Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hegera terorîzma rejîma Îranê, xelkê Îranê çi qedr û qîmetek nemaye

12:16 - 16 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Bêrêzî kirina temaşevanên Behrînî ên leyîza Futbalê, di dema ku tîma Futbala Îranê, Sirûd dixwandin.

Şeva derbaz bûyî di dema destpêka lîstika fûtbala dinavbera tîma Behrîn û Îranê de, di dema belav kirina sirûda Îranê de temaşevanên tîma Behrînê bi bilind kirina dengê xwe û lêdana emrazên deng derhînere wek Caz û Şeypûran û kêşana Hurreyê, berahîka belav bûna dengê Siruda Îranê girtin û bi wî avayî bi hegera bêzariya xelkê Welatê behrênê ji rejîma terorîste Îranê,  tîma Futbala Îranê kewte ber bêrêziyê.

Sedema vê bê rêziyê bi tîma Futbala Îranê jî, vedigere bo ser siyasetên destêwerdana rejîmê li nava Welatan û yêk ji wan behrêynê.

Em dibînin ku bi hegera Şerxwazî û piştîwaniya rêjîma Îranê ji terorîzmê, Îran û Îraniyan çi hitbarek çi cihan nemane û çend rojan berî niha jî me ragihand ku bi hegera wêzariya xelkê Îraqê ji rejîma tepeserkare Îranê, xelkê Îraqê amade nine alîkariya zaêrên îranî bo Kerbelayê bike.

Bê guman ewa hemi baca siyaseta çepele rejîmêye ku xelkê Îranê dide