Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema erdhejê xisara madî gihîşte xelkê Çaldiranê

12:23 - 15 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Erdhejê xisara malî gihande pitir ji 100 malên welatiyan li devera bajarê Çaldiranê.

Erdheja bi qasê 4.4 rixterê, devera bajarê Çaldiranê hejand û xisara madî bi du xwe de hêla.

Şeva Şemî 23`ê Xermanan, bi hegera erdhejê li gundên Babanûr, Nawir, Şêx siylo, Mexmûr, Xansedir, Doşantepe, Qişqa bilax û çend gundên dine de, zaf xisar gihîşte welatiya.

Pêka zaniyariyan bi keyfxweşî ve wê erdhejê xisara canî çinebûye, lê xisar gihandiye pitir ji 100 avahiyên welatiyan li çend gundan û cihên giştî.

Navenda wê erdhejê, 19 KM Siya çeşmê hatiye ragihandin.

Deshilatdarên rejîmê dîsan ji bona xapandina xelkê xisar berkewtî, kevtine dana sozên direwîn û gotine wî xelkê ku malên wan herifî, yan tîş bûyî, hûn dikarin wama 40 milyon Tûmenî bistînin bi sûda %5 bo heyamê 15 salan.

Rejîmê hind î alîkariya berkewtiyên erdheja kirmaşanê kir û sozên xwe birine ser, dê her hind jî alîkariya xelkê xisar berkewtî li bajarê Çaldiranê bike.