Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryara cezaya parlementerên HDP bo parlemana Tirkiyê hat şandin

11:59 - 27 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara xwe ya di derheq cezadana parlimanterên “HDP”ê de ji Serokatiya Parlemena Tirkiyê şand ku wisa tê xûya kirin 2 parlimanterên HDP”ê ji deststê wan bê standin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja 26`ê Îlonê, Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara cezakirina ji doza “KCK”ê ya parlementerên HDPê ji bo Serokatiya Parlemena Tirkiyê şand ku tê çaverêkirin mafê parlementeriya 2 parlementerên HDPê “Leyla Guven û Musa Farisogularî” ji wan bên standin.

Parlementerê HDPê Musa Farisogularî bi 9 salan û Leyla Guven jî bi 6 sal û 3 mehan ji doza KCKê ku ev 3 sal zêdetir e berdewam dikir hatibûn cezakirin û Dadgeha Bilind a Tirkiyê jî cezaya wan pejirandibû.

Hat ragihandin ku dadgehê biryara xwe ji Parlemena Tirkiyê re şandiye û dema biryar di civîneke parlemenê de were rojevê, dê mafê parlementeriyê ji “Musa Farisogularî û Leyla Guven”ê bê standin.

Serokê Koma Parlamenê yê HDPê “Saruhan Oluç”jî dabû xuyakirin ku îhtimal heye li dijî HDPê dozên nû vebin û mafê parlementeriya parlementerên wan ên hatine cezakirin ji wan bê standin.