Kurdistanmedia

Yekşem 20 Çirriya pêşîn 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên piropagendeyî ên pêşmergeyan berdewam in

12:39 - 13 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar ên Partiya Demokrat, li bajarê Bane çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.

Roja Çarşemî 12`ê Hezîrana 2019`an, pêşmergeyên Bajar û endamên Partiya Demokrat, bi nivîsîna silugan û hildana alaya pîroz a Kurdistanê û danîna cemedanî ku sembola pêşmerge ye, şeqamên bajarê Bane xemlandin.

Herwisa li bajarê Bokanê jî endam û alîgirên Partiya Demokrat bi nivîsandin siluganên wekî: “Bijî Qasimlû, bijî Rasan û Qasimlû rêya te berdewame çalakiyên piropagendeyî birêve birin.

Herwisa endam û alîgêrên Partiya Demokrat li bajarê Bane, li bilindahiyên wî bajarî, bi hildana alaya pîroz ya Kurdistanê û danîna cemedanî, peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nûkirin, û tekez jî kirin ku heya bidestveanîna armancên van, xebata van wê berdewam be.