Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çewtekariyên rejîmê di Kurdistana Rojhilat de didomin

19:15 - 22 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Komara Îslamî a Îranê, dagîrkarî û propagendeyên dijî mirovî yên xwe di Kurdisdtana Rojhilat de berdewam dike.

Li gora raporên nûçegihanên navxweyî Îranê,  berpirs û xwefiroşên rejîmê di parêzgeha Sine de derheqê siyasetên nemirovî û faşîstî  yên xwe de dixwazin ku li bajarê Bane a ser bi parêzgeha Sine de, civînekê li jêr navê “Kurd û Komara Îslamî “ li dar bixin.

 “Hesen Rehber”, berpirsê Îdareya Teblîxata Îslamî a rejîmê di bajarê Bane de ragehandiye ku: Ev civîna ji bo rêzgirrin ji xizmetên Kurdan derheq Komara Îslamî û herwisa xizmetên rejîmê yên derheqê Kurdên Îranê de bi rêve diçe.

Ev civîn û semînarên ku rejîm di Kurdistan de lidar dixe, pîlanên vê desthilata nerewa ne ku di  roja yekem ya desthilatdariya wê de heya niha berdewam dikin û xelkê Kurdistan hewl dane ku mafên xwe ji vê rejîmê bistînin, lê ji wan re derketiye ku rejîma Îslamî a îranê bi giştî neteweya Kurd înkar dike.

Rejîma Komraa Îslamî a Îranê, di yekem rojên hatine serkaa xwe de, dest bi komkûjî di Kurdistanê, asîmîlasyona û darêtina pîlanan di Rojhilat de kiriye û take xizmetên wê dailqadina xelkê Kurd, terorkirin, hepsîkirin, hejarî, û betalî bûye, û xelkê Kurdistanê jî heta îro li ser mafxwazî û berevanîkirin ji nasnameya neteweyî a xwe berdewam in. 

Hêjayê basê ye ku, rejîm bi haydarbûn ji vê rastiyê ku tu pêgehek di Kurdistan de nine û pîlanên qirêj yên wê jî di Kurdistanê de serkevtî nebûne, lê dîsan cehd dike bi dana soz û qewlên direv û zêdekirina hejmara hêzên serkutkar yên xwe, dest bi ser Kurdistanê de bigre.

Di qonaxa nû ya îradeya mafxwazî a xelkê Kurdistanê de, xelkê xwedî şeref yên Bane bi daxistina dukan û bazaran,  ji bo nîşanda nerazîbûna xwe li hemberî vê rewşa nebaş  a aborî ku rejîmê di Kurdistan de afirnadiye, 25 rojan dest bi girevê kirin, û ku hilgirê vê  peyama siyasî bû ku xelkê Rojhilatê li hemberî dîktatoriya rejîma Îranê dijkiryar hene, û herwisa serbestî û mafxwazî, bîr û hizra neteweyî ya Kurdan e.

Niha jî rejîm ji tirsan ve dixwaze bi lidarxistina vê civînê di bajarê Bane de, û bi komkirina kirêgirtiyan û dest û pêwendiyên xwe di vî bajarî de, pîlanên dagîrkarane ên xwe bidomîne.