Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinayetkarê Qarnê û Qelatanê mir

18:07 - 22 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Axûnd Xulamriza Hesenî yek ji cinayetkarên rejîma Îslamiya Îranê di Kurdistanê de, bo heta-heta bellaya wî ji xelkê Kurdistanê vebû.

Li gora raporên belavbûyî, Xulamriza Hesenî axûndê rejîma Îranê, naskirî bi Mela Hesenî li temenê 91 saliyê di bajarê Urmiyê de mir, û Kurdistan ji vî cinayetkarî paqij bû. 

Xulamriza Hesenî heta pola şeşem ders xwendiye, û piştre li hewzeya Îlmiyeya Qumê de li cem axûnd Şerî`etmedarî dersa ayînî xwendiye, û pileya ruhaniyetê wergirtiye.

Hesenî di temenê 16 saliyê de, heya dawiya temenê xwe digel çekê jiya, û ew çek li dijî azadîxwazan û bi taybetî Kurdan bi kar anî.

Xulamriza Hesenî wekî axûndekî xwînrêj û zalim piştî şoreşa gelên Îranê bi fermî wekî nûnerê Xomêynî li parêzgeha Urmiyê de hate diyarîkirin, û wekî axûndekî ayînî-siyasî tevlî hizra tarî û teng ya Xomêynîzmê di Kurdistanê de dest bi  şer û tevdanîkariyan kir, û bi dehan ciwanên Kurd ji aliyê navbirî ve hatin şehîdkirin.

Wî wekî celladekî xwînrêj roleke serekî hebû di şerê li Kurdistanê, û şerê li dijî PDKÎ.

Xala herî reş ya li ser eniya axûnd Hesenî êrîşa li ser gundên Qarnê û Qelatanê yên ser bi Nexedê bûn, ku di vê êrîşê de bi dehan hevwelatiyên Kurd bûne goriyê siyasetên şerxwazane ên navbirî.

Wî kurekî xwe bi navê Reşîd Hesenî seba vê ku ser bi Rêkxirawa Fedayiyên Gel bû, radestî dadgehê kir, û piştre ew îdam kir.

Piştî mirina vî mohreyê rejîma Îranê li Kurdistanê, nûçegihaniya Fars derheq kesayetiya navbirî nivîsand:

“Hesenî di civîna endamên heyeta dewleta Îranê de nîşana “pileya yek ya cesûriyê” ji Ehmedînnijad wergirt. Ew nîşan seba derbazbûyiya xebata Hesenî berî şoreşa sala 1357`an, û şerê li dijî Kurd û şerê Îran û Îraqê bû”.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê bêşermane bas ji şerê digel neteweya Kurd dikin, û ji aliyekî din ve banga azadî û pêkve jiyanê di nava gelên Îranê de dikin.