Kurdistanmedia: Endam û alîgêrên PDKÎ li bajarê Merîwanê, daxuyaniya Dezigeha Rêkixistina Giştî ya PDKÎ belavkirin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, li gundê “Dizlê” a girêdayî devera Merîwanê, daxuyaniya Dezigeha Rêkixistina PDKÎ hate belavkirin, û bo cara çendê xelkê vê deverê,piştevaniya xwe derheq PDKÎ ragehand.
Di vê çalakiyê de, endam û alîgêrên PDKÎ, siloganên wekî, “Bijî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, û Bijî Qasimlo” qîriyabûn.
Di beşeke din a vê daxuyaniyê de, Dezigeha Rêkixistin a PDKÎ, daxwaz ji xelkê xebatkar yê gundê “Dizlê” kiribûn ku, ciwanên qehreman yên wî gundî tevlî refên PDKÎ bibin û çeka şeref û parastina axa xwe hilgirin.
Piştî belavbûna vê daxuyaniyê, xelkê akincî yên di gundê “Dilzê” û xebatkarên Demokrat, bi keyfxweşî bi pêşwaziya vê daxwazkarê çûn, û deq daxuyaniyê li cihên cud yên vê deverê belavkirin