Kurdistanmedian: Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo danasîna vê hêzê û logoya taybet bi vê hêzê, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye;
Welatiyên Kurdistanê!
Azadîxwaz û xebatkarên riya serbestiya niştîman!
Weke ku hûn haydar in, çil sal di ser desthilatdariya Komara Îslamî re derbas dibin û tepisandina sîstematîk a gelê Kurd ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve bi awayên cuda berdewam dike. Lewre xelk û xebatkarên Rojhilatê Kurdistanê neçar bûne ji hemû şêwazên xebata rewa û yek ji wan xebata çekdarî jî, li hemberî vê rejîma dagirker Berevaniyê ji gel û niştîman bikin.
Ji bo bersivdana pêwîstiyên tevgera Rojhilatê Kurdistanê di qonaxa Rasanê de, “Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê” weke pêdiviyek û bi piştevaniya mîrata tijî serbilindî a Komara Kurdistanê, di pêxema lihevgirêdana xebata Bajar û Çiya, weke baskê xurt ê Rasana Rojhilat, bi armanca tevgerên berdewam di nav xelkê Kurdistanê de û ji bo piştevaniya xebata mafxwazî û cemawerî a xelkê Rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîma Îranê, erkên xwe ên niştîmanî bicî dike. Hêzek ku weke kela mayînde a lihemberderketina dagirker û serkutkirinê li Kurdistanê hatiyê rêkxistin û piştevaniya xebata civaka Kurdistanê ji bo rizgariya niştîman dike û wê lihemberderketina dagirker û dar û desteyên wê li Kurdistanê, ji erkên sereke yên vê hêzê be.
Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, weke nûnerê vîna xelkê û yek ji aliyên berevaniya rewa a xelkê Kurdistanê derdikeve holê da ku bi xelkê Kurdistanê re li hemberî dujminên gel derkeve û herwisa vê peyamê jî bide dagirker ku hêza me ji şiyana keç û xortên cangorî û pêkhateyên cuda ên xelkê Kurdistanê pêk tê û parêzvaniyê ji keramet û mana îro a gelê me û pêşeroja xelkê Kurdistanê dike. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, adresek e ji bo nifşa nû a xebatkaran ku dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê jiyaneke nû bide xebat û tevgerê. Lewre jî di berdewamiya xebata netewa me de, nifşeke nû serî hildaye ku dixwaze li hemberî saziyên rejîma dîktator û dagirkariyê derkeve. Rewatiya vê lihemberderketinê jî weke hertim, ji „Mafê Çarenivîsê a Xelkê Kurdistanê“ û berevanî û berxwedana rewa distîne.
Ji vir ve em bi pêwîst dizanin bêjin ku logo û hêmayên “Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê” ji van tiştan pêk hatiye;
-“Qelxan”ek ku remza hêza çekdar û vîna xelkê Kurdistanê ji bo berevaniyê ye,
-“Baz” ku tê wateya hêmaya Hêza Pêşmerge ji bo cangorîtî û jiyana bi serbilindî,
-“Arm”a Komara Kurdistanê jî tê wateya pêkhatina Hêza Pêşmerge weke mîratgira Komara Kurdistanê û armancên netewî ku ji bo rewatiya dîrokî a rizgariya niştîman û serbilindiya netewî xebatê dike.
Her yek ji rengên logoya Pêşmerge jî, wareke xebat û tekoşînê nîşan didin;
“Rengê sor”, hêmaya şoreşgêrî û cangorîtiya xortên netewa Kurd li hemberî hêza dagirker û herwisa hezkirina niştîman li cem wan e.
“Rengê zer” an jî zêrîn, hêmaya ronahîkerî a Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, navûdeng, jêhatîbûn, aramî û hesta wan ji bo berevanî ji xelkê Kurdistanê ye.
“Rengê zeytûnî” ê henayî jî tê wateya aşîtîxwazbûna Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo dabînkirina armancên gelê Kurd û sembola hêz û şiyana çekdarî ye ji bo berevanîkirin ji van hizran. Ji niha û pê ve, wê ev logo di hilkeftên çekdarî, netewî û niştîmanî de li cem ala Kurdistanê bê hildan.
Fermandariya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê
20’ê Befranbarê a sala 1397’an a Rojî