Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê derheq yekem salvegera avabûna vê navendê

12:26 - 11 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê derheq yekem salvegera avabûna xwe daxuyaniyek weşand.

Deqa tewaw ya vê daxuyaniyê weha ye:

Xelkê xebatkar û bêzarbûyî ê Kurdistanê!

Hêz  û aliyên siyasî ên Kurdistanî û Îranî!

Heyama çil salan e ku Komara Îslamiya Îranê şerekî bêrawestiyan di hemû biyavan de (siyasî, leşkerî, civakî, aborî, çandî) bi ser gelê Kurd de li Kurdistana Îranê de sepandiye. Rejîm bona serkevtina di vî şerî de, û serkutkirina gelê Kurd ji hemû alav û emrazên tundûtîj mifah wergirtiye û ji riya dem û dezgehên xwe ên serkutkar ve hewl daye ku hemû kuncên jiyana xelkê Kurdistanê bixe bin çavdêriya xwe de, lê di heyama van çil salan de, xelkê Kurdistanê di gel vê yekê de ku şer neberamber bûye, lê bi hemû şiyana xwe xebat li dijî vê rejîmê kirine, û li ser xebat û mafxwaziya xwe pêdagir bûne. Di vê berêkaniyê de digel deshilatdariya Komara Îslamî de hizbên siyasî ên Kurdistana Îranê ji riya Hêza Pêşmerge  û teşkîlata navxwe  a welat û herweha bi piştevanî û erk û wezîfe wergirtina xelkê welatparêz û çalakên siyasî ên Kurd li Kurdistan aÎranê berbirûyê siaysetên Komara Îslamî bûne û di vê riyê de bi hezaran pêşmerge û endamên hizban û xelkê sivîl û medenî ên Kurdistanê şehîd bûn û xwîna wan bi neheqî niqitî ser erdê. Lê digel hemû vê fedakarî û qurbanîdanê hemû demekê hest bi valahiya vê hatiye kirin, ku tevgera gelê Kurd li Kurdistana Îranê bo berevanî, û xebata li dijî deshilatdariya Komara Îslamî yekdest û yek bername nîne, û eva xaleke lawaz ya tevgera berheq ya gelê Kurd e.

Digel vê yekê de di salên borî de hewla vê yekê hatiye dan ku ji riya civînên hizbên Kurdistana Îranê li dewra pilatformekê ku nûneratiya piraniya xelkê Kurdistanê bike, bereyek yan hevalbendiyek pêk bê, û ew valahî di xebata li dijî Komara Îslamî bê tejîkirin, lê bi sedemên curbicur nekarîne vê hevalbendiyê pêk bînin. Diyare ku hizbên qada xebatê yên kurdistana Îranê her yek ji wab bo xwe di vê armancê de ku pêkanîna hevpeymaniyeke kara be, xafil nebûn, û kar jê re kiriye, heya eva ku di roja 19`ê Befranbar sala 1396`an de (09.01.2018)`an de, piştî çendîn civînên du alî û çend alî biryara pêkanîna navedekê bi mebesta rêkxistina havkariya di navbera hizban de hate dan, û di roja 30 befranbar a sala 1396`an de vê navendê hebûna xwe ragehand û bi awayekî fermî dest bi karên xwe kir.

Niha salek bi ser pêkanîna vê navendê re derbaz dibe, û di heyama vê yek salê de vê navendê hewl daye ku pira pêwendiya di navbera hizbên Kurdistana Îranê be, û kar û tekoşîna bibandor li ser çawaniya pêşvebirina xebata heqxwazane ya Kurdistana Îranê hebe.

Çê dibe ku ji çend aliyan ve girîngiya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê em binirxînin. Yekem, ew navend di rewşekê de pêk hat ku rêkxistina eşkere û rêberiya PDKÎ bi sedema rewşa siyasî ya herêmê, heyameke zemanî ya zêde ye heya asteke berçaw meydana xebatê jê teng bûye,  û rojane jî bi sedema siyaseta zêde xwaziya Komara Îslamî di herêmê de, ew bertengiye bi başî xwe nîşan dide. Û ji aliyekî din ve jî renge bi sedemên curbicur tu yek ji wan hizban bi tenê nekarîne ku li hember siyaset û pilan û pîlanên Komara Îslaî de bisekinin.

Duyem: Hecehiya navendeke weha di rewşekê de bû ku li Îrana li jêr deshilata Komara aÎslamî de bi sedema siayseta dijî xelkî di navxwe ya Îranê û siyasetên dujminkarane derheq bi welatên cîran ji riya hinartina derve ya şoreşa Îslamî û destêwerdan di nava karûbarên navxwe a wan welatan bûye kabûsek bi ser milên gelên Îranê û nezma cîhanî.

Di navxwe ya welat de jî nerazîbûn û meşên di van du salên dawiyê de, zêdetir bûne, bi awayekî ku di van nerazîbûnan de xelkê bêzar ê Îranê xetên sor ên nizama Komaar Îslamî bezandine, û “mirin bo rêber” û “hiloşe Komara Îslamî” di hemû meşan de tê bihîstin. Piştî salekê derbazbûn bi ser vê xwenîşandan û nerazîbûna gelên Îranê de, em dibînin ku rewş  di zirara Komara Îslamî û berjewendiya gelên Îranê de ye û rojane tex û qatên civaka Îranê wek kedkar, xwendekar, jinan, mamosta û xelkê asayî bona bidestveanîna mafên xwe têne ser şeqaman û bi dana diruşman li dijî deshilatê nerazîbûna xwe nîşan didin.     

Cuda ji nerazîbûna gelên Îranê rejîm bixwe jî di navxwe de rastî kirîzan hatiye, û di yek sala borî de baskên nav rejîmê de zêdetir ji hemû demekê berbirûyê yektir bûne, û kar û kiryarên wan ên qirêj ku di heyama çil salên borî de li dijî gelên Îranê û serwet û samana vî welatî kirine li ser yek eşkere bikin.

Serbarê vê rewşê bêserûberî di navxwe ya Îranê de, siyaseta vegeşandina deshilatdariyê û destêwerdan di nava karûbarên navxweyî ên welatên navçeyê, û pêdagirbûna li ser destpêregihîştina bi çekên komkuj û pêbendnebûna bi peymanname û gellek rêkkevtinên navdewletî û binpêkirina mafên mirovan, Îrana li jêr deshilata Komara Îslamî xistiye nav tengasiyeke mezin ku renge vê carê bi hêsanî nekare jê derbaz bibe. Di rewşeke weha de bi encamgihîştina tevgera mafxwaane ya xelkê Kurdistanê hewcehî bi yekîtî û hevpeymaniyekî Kurdistanî zêdetir ji derbazbûyî heye.

Li ser vê bingehê Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê di heyama yek sala borî de kariye ku gellek astengiyan li ser riya xwe vêde bide, û bi pesendkirina pêrewa navxwe û xetên giştî û helwestgirtin  di hemberî wan bûyerên ku di Îranê bi giştî û Kurdistana Îranê bi taybetî rû didin, bo mînak wek bangewaza alîkarîkirina xelkê erdhejlêdayî ên navçeya Kirmaşanê, nerazîbûnnîşandan li ser îdamên siyasî, kuştina kolberan û kiryarên terorîstî ên Komara Îslamî û hwd…xwe wekî karektereke qada xebata li dijî Komara Îslamî li Kurdistana Îranê nîşan bide, û bibe cihê hêviya dilsojên yekîtî û yekgirtîbûna Hizbên Kurdistana Îranê.

Kopka vê xemxwarî û bi hawardehatina xelkê Kurdistanê di 21`ê Xermanana îsal tenê piştî sê rojan derbazbûna bi ser mûşekbarana binkeyên PDKÎ û Hizba Demokrata Kurdistanê, û hevdem îdama şeş çalakên siyasî di girtîgehên Recayîşehr a Tehran, Miyandoaw û Şinoyê bi zelalî bo dost û dujmin derket ku piştî çil salan siyaseta serkutkirina berdewam ya xelkê Kurdistanê ji aliyê dem û dezgehên Komara Îslamî û hewla veqetandina xelkê û hizban, xelk bi gireveke sertaserî li hizb û xortên hizbê bûn xwedan, û nîşan dan ku hekî di nava hizbên qada xebatê de yekgirtin hebe, xelk yar û piştevanê van hizba dibin.

Di salvegera avakirina Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê em daxwaz dikin ku hizbên din ên Kurdistana Îranê jî ku bername û pirograma xwe di çarçoveya xetên giştî ên Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê de dibînin, bona bihêzkirina vê navendê û berew pêkanîna eniyeke bihêz û bişiyan tevlî Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê bibin.

Di heman demê de Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê destê hevkariyê bo hemû wan hizb û rêkxirawên siyasî ên ên opozisyona Komara Îslamî dirêj dike, ku bi kiryar baweriya wan bi demokrasî û çendneteweyîbûna Îranê  heye, û mafê neteweyan di siberoja Îranê û sîstema birêveberiya welat di Îrana siberojê de qebûl dikin.

Em hêvî dikin ku bi hevkariya hemû alieykî em hewl bidin ku sîstemeke komarî, demokrat û federal  ku bibe cihgir bo komara Îslamî û hemû gelên Îranê li jêr stem û çewsandina vê rejîmê rizgar bin.   

Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê

Rêkewt

19.10.1397