Kurdistanmedia: Dayîka Du şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, li gundê Saruqamîş a girêdayî bajarê Bokanê, di temenê 99 salî de çû ber rehmetê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva Duşemî 7`ê Gelawêjê, “Îsmet” dayîka Du şehîdên sorxelat ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi navên “Ebubekir û Usman Ebdûlahî”, di temenê 99 salî de, çû ber dilovaniya xwe.
Şehîd “Ebubekir”, li sala 1336`an, li gundê “Saruqamîş” jidayîk bibû, navbirî di hêza Pêşewa de, li rêketa 29`ê Cozerdana 1363`an, li şerûpevçûn digel hêzên rejîma dagîrker ên Îranê di gundê “Serçinar” de, tevî karvanê şehîdan bû.
Şehîd “Usman”, li sala 1346`an, li Saruqamîş jidayîk bibû, û li rêketa 10`ê Pûşpera 1379`an, li şerûpevçûn digel hêzên rejîma Îranê, di gundê “Alî Kend” de tevî karvanê şehîdsan bû, û şehîd “Usman di hêzê Beyan de, pileya serpelî hebû.
“Îsmet”, keseke nîştimanperwer bû û heya dawiya jiyana xwe li ser rêbaza kurên xwe vefadar ma.
Terma navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarê navbirî re dibêje û xwe şerîkê xema wan dizane.