Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derheq 21`ê Xermanana 1397`an de

18:06 - 8 Çirriya pêşîn 2018

Keywan Dirûdî

Ya ku di 21`ê Xermanan îsal li Kurdistanê de rû da, tenê girevgirtineke asyaî nebûye, belku referandomek bû bo “Na” gotina deshilateke xwesepandî.

Ew roja di vî warî de girîng e, ku nîşan da civaka Kurdistanê û hizbên siyasî û çalakên xûya ên navxwe û derve her hemû jî li ser yek tewerî kok û hevdeng in, ku ew jî sepayîbûna deshilata Tehranê bi ser Kurdistanê de bû. Ji vê rojê vêdetir êdî di piratîkê de destewajeya opozisyona seranserî di edebiyata siyasî ya Kurdistan û Îranê de hate helandin.

Herweha derket ku dezgeha piropagendeya rejîma Îranê bi vê hemû xercê ve ku bona qahêmkirina deshilata xwe daye, serkevtî nebûye, di vê de ku şeqekê bixe nava rêzên xelkê û hizbên siyasî ên Kurdistanê de.  

Kurdistan di yek ji milîtarîzetirîn rojên xwe de, bi bêy vê ku tu sinduqeke giştpirsiyê danê, bo cara duyem piştî 12`ê Xakelêweya 1358`an Na yeke mezin gote rejîmê, û selimand ku pêdagir e li ser vê biryara ku di 2`ê Rêbendana 1324-an de daye.

Eva bixwe vegerandina mezinahiyeke bêhempa bû bo neteweya Kurd û herweha peyveke zelal jî bû, rû li ewên ku amade ne li ser bingeha rêzgirtina hember, hewl bo vêdebirina sîbera faşîzmê li ser pêkhateyên nav erdnîgariya Îranê bidin.

Encamên 21`ê Xermananê

-Derket ku Kurdistan xwediyê nexşeriyeke taybet e, ku pêdagiriyê li ser berjewendiyên xwe ên bilind dike.

-Ew rastiya hate selimandin ku xebata Kurdistanê rizgarîxwazane ye, û bo vê mebestê jî ji hemû pitansiyelan mifahê werdigre.

-Eşkere bû ku opozisyona seranserî cuda ji çemk û têgeheke “abstract” hebûna wê ya derveyî nîne, û tenê riyeke ku bo giştgîrkirina xebateke berfirehtir li pêşberî xwe heye, pêkve karkirin e li ser bingeha rêzgirtina ji berjewendiyên yektir.

-Ew rastiya hate selimandin ku dibe Kurdistan bibe hêleke mêhwerî bo destpêka tekoşîna hemû aliyane ya azadîxwazên rastîn û pêkhateyên bindest li dijî deshilata serberedayî ya Tehranê.

Hekî ew çar xal wekî derencamên herî serekî li ber çavan bêne girtin, eva pêwîst e ew sedemane jî bêne destnîşankirin, ku ew serkevtina mezin tomar kirin. Di rastî de jî berî her tiştî dikarin bêjin ku ew zemîneya kulturî, dîrokî, û civakî ku di Kurdistanê de hebûye û heye, di nav xwe de, yekem sedem û sedema herî girîng bû.     

Hewce ye ku em vê yekê jî ji bîr nekin ku hevdengî û bangewaza hevpar ya hizbên siyasî bo vê armancê bandora xwe ya taybet hem di warê rêkxstin û hem di warê derûnî de li pey xwe hebûye.

Berî vê serkvtinê di heyama yek sala borî de zibareya gund û bajar bo parastina jîngehê, hevkarî û bi hawardeçûna giştî bo xelkê navçeyên erdhejlêdayî yên Selas û serpêl, newroza cemedanî û di van dawiyane de jî rêzgirtina ji kesayetî û bîra nîştimanperwerane ya şehîd şerîf Bacwer li piraniya navçeyên Kurdistanê, nîşan da ku Kurd çûye nav piroseyeke nû ya netewesazî de.

Girîng e ku ew yek li ber çavên me be ku pênaseya carr û kilasîk li netewe, herçend ku hêla jî di cihê xwe de ye, lê dibe ku em bizanin ku tuxmên pêkhînerê neteweyeke bindest ê wekî Kurd li rewta dîrokek ji bindestî û li jêr bandordariya nuqteyên kara ên deshilatê wekî perwerde û fêrkariyê, sîstema birokrasî û ragehandin û herweha li jêr kuntrola sîstema xelat û cezakirinê, rastî xisarên mezin û jirêderxistî dibin ku ziman yek ji mînakên wê ên herî berçav e.

  Bi vê pêkê em dibe ku riyekê bigrin pêşiya xwe, ku li ser bingeha xwasta hevpar ya giştî de îradeya pêkve çêkirina kiyanekê bo me ava bike, û ew yek jî dibe kevirê xîmê xwepênasekirineke giştgîr ya siyasî û civakî, ku me ji ên din vediqetîne.

Her wekî ku me dît rejîmê li hemberî ekta hevbeş ya rêzgirtin ji kak Şerîf berevajiyê xwesteka derûniya xwe, dest da piropagendeyê û xwast ku digel vê xwesteka hevpar rêk bixe, ku di dawiyê de jî serkevtî nebû, û li cem tu kesî jî veşartî nine, ku dezgeha piropagendeya rejîmê bi vê hemû xercê xwe nekariye xwe biselimîne, û di nava îradeya xelkê Kurdistanê de heliyaye.

Bo dervey Kurdistanê

Bo xweşî ve pêkanîna Navenda Hevkariyê ya Hizbên kurdistana Îranê ew zemîneya pêk aniye ku hêza siyasî ya Kurdistanê tûşî netebahiya siyaî nebe, û yekdengî û yekîtiya navxweyî –serbarê liberçavgirtina pirensîpa piloralîzmê û çendrengiyê –biparêze.

Eva gellek girîng e ku ew pêvajoya dom hebe û digel vê ku girîngtirîn mesele ragirtina vê yekparçeyiyê ye, lê hewl bona bihêzkirina wê, yek ji erkên herî serekî ên dîrokî ye. Her wek em dizanin hizbên siyasî di civaka Kurdistanê de, roleke cuda ji her cihekî din dilîzin, û di form û naverokê de wekî dewleteke dûrxistî ne ku hewce ye bedela dewletekê hakimiyeta giştgîr û berjewendiya neteweyî diyarî bikin û hewla desteberkirin û parastina wê bidin û civakên xelkê jî di vî biyavî de “mobilize” bikin.

Bi liberçavgirtina rewta pêkhateyên nav erdnîgariya Îranê û nîşanên kirîza serûbin ya rejîmê di warê paqijkirin û vemalîn ji rewayiya navxwe, pûçbûna îdeolojîk, şikestxwarina siyaseta derve û herifîna aboriyê û ew pêvajoya ku rejîmê rû bi derve girtiye pêş, hewce ye ku hindî zêdetir dost û hevalbendan ji xwe bibîne, û hem di navxwe ya vê erdnîgariyê û hem di navçe û li derve de, ji hemû vebijêrkan li gora rewşê mifahê wergire. Eva gellek dûr ji çavnihêriyê nine ku Kurdistan bibe cemsereke bibandor û sîvaneke bicoş bo hemû ewên ku pêşeroja xwe di derbazbûna bi ser astengiya rejîma Îslamî de dibînin.

Serkevtina hêza rewa bi ser şiyana bizorî de

Sîstemên deshilatxwaz û otoryanîst bi sedema cewherê xwe bi vê redeyê ku ber bi kirîzê û hilwerîna sermayeya civakî ve diçin, ew qas zêdetir ji şiyana bizorî bo pêşgirî ji nefermaniyan mifaha şaş û berevajî werdigrin, lê di vê rewşê de ku dijberên wan ku piranî hêzên demokratîk in, dikarin ji vê pirsê wekî vekirineke dilxwaz bo bangewaza bîrûraya xwe mifahê bistînin.

Tevgera Kurd wekî beşek yan baştir bêjim ku wekî beşa herî serekî ya van hêzên demokratîk di nava erdnîgariya Îranê de dikare ji rewayiya xwe bo serxistina armancên xwe pêngavan hilgire, û digel hemû ewên ku li eniya demokrtaîk de ne, bikeve danûstandineke armancdar.

Kirîza rewayiya rejîmê ji mêj ve ye ku dets pê kiriye û di siberojê de jî li gora egera vegeşandina nerazîbûna xelkê, û di hemberî serkuta zêdetir ya wan daxwaziyan de, ew kirîz xwe ji rewşa veşartî û kelekebûyî ve bo rewşa derkvtina “obcektiv” diguhere, û hewce ye ku ew derfet di vê rewşê de bo rizgariya hemû pêkhateyan li jêr sîbera eqlaniyeta faşîstî ya Îranî-Îslamî bê veguhastin.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine