Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derxistina termê Behayiyekê ji qebrê, rastî nerazîbûnê hat

11:17 - 10 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî vê ku qebrê Behayiyekê hate têkdan, û termê wî ji qebrê hate derxistin, rewşenbîrên dînî ew kiryar bi tundî şermezar kirin.

Nûçegihaniya “HRANA”yê ragehand ku komeke rewşenbîrên dînî di daxuyaniyekê de, hilkolîna qebrê hevwelatiyeke Behayî bi tundî mehkûm kirin, û ew kiryar li dijî dîn û exlaq bi nav kirin, ku dikare yekîtiya di navbera Îraniyan de lawaz bike. Wan kesên wa daxuyanî weşandine daxwaz kirine ku bilez ew kes bêne naskirin, û dadgehîkirin.

Ew hevwelatiya Behayî navê wî “Şemsî Eqdesî” ye, û xelkê şaristana Demawendê ye, ku di goristana Behayiyan ya bi navê “Gîlawend” de bi axê hatibû spartin. Termê wî piştî vê ku ji aliyê kesên nenas ve tê derxistin, li çolistanên “Caban” tê dîtin. Heya niha jî tu aliyekî ew kiryara hovane nekêşaye stûyê xwe, herçend ku pêştir ji aliyê navendên emniyetî ve bi wan hatibû ragehandin ku nabe miriyên xwe di vê goristanê de bi axê bispêrin, belku dibe bibin Theranê û li wir binêjin.

 Behayî li jêr zexta hêzên emniyetî de ne, û gellek sivikatî bi wan tê kirin, û gellek caran goristanên wan têne xirakirin.

Goristana Behayiyan  li bajarê Kirmanê  roja 24`ê Reşemya sala 1396`an bi biryara berpirsên dadwerî ya Kirmanê hatibû polompkirin, û êdî nehêlan Behayî miriyên xwe li wir binêjin.

Di roja 24`ê Pûşpera 1395`an de, goristana Behayiyan ya “Qurwe” a ser bi parêzgeha Kurdistanê ji aliyê dewletê ve hate têkdan.

Di roja 21`ê Sermaweza 1392`an de goristana Behayiyan di bajarê Sine de bi bulduzêrê hatibû xerakirin.

Di Reşemeya sala  1392`an de, goristana Behayiyan li Ehwazê de hate daxistin, û tu navendeke hikûmetî ew yek negirte stûyê.

Di Sermaweza sala 1391`an de, goristana kevn ya Behayiyên Sengserê bi bulduzêr û kamyonan hate xirakirin, û di nav kevir û kirs û xaliyê de veşartin, bi awayekî ku tu qebrek nehên dîtin û naskirin. 

Ji meha Gelawêja sala 1390`î ve, civaka Behayiyan mafê vê hindê nînin ku miriyên xwe di vî bajarî de bi axê bispêrin, û miriyên wan ji aliyê wezîfedarên Îtila`atê ve, bo şaristana Miyandoavê tê veguhastin.