Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desteyeke din ji lawên Rojhilata Kurdistanê, kincê pîroz ê pêşmergatiyê li xwe kirin

18:12 - 26 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Dewreya 233`an a destpêkî a pêşmerge li ser çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû, û desteyeke din ji xortên bibawer ên Kurdistanê çeka piştevaniya ji kerameta neteweya xwe avêtin milên xwe.

Li gora rapora nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, dewreya 233`an a destpêkî a Pêşmerge li ser çiyayên serkêş ên Kurdistanê di merasimeke taybetî de bi dawî hat.

 Destpêka vê merasimê bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şeîdan dest pê kir.

Piştre birêz Husên Nazdar endamê Heyeta Birêveberî ya Navenda Siyasî ya PDKÎ çend gotinek pêşkêş kirin.

Birêz Husên Nazdar di gotinên xwe de îşare bi vê kir ku PDKÎ her ji destpêka avakirina xwe de girîngî da zêdekirina asta zanyarî, hişyariya neteweyî, siyasî û civakî, ya endamên xwe bi taybetî, û xelkê Kurdistanê bi giştî, û ragehand: PDKÎ perwerde û hînkirin kiriye erkeke herî girîng ya xwe, û perwerdehiya hizbê, li ser bingeha mafê neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd, mafê mirov, azadî, demokrasî û dadperwerî hatiye darêtin,  û di çarçoveya nirxên giran û li gora zirûfa hizbê, û rastiya civaka Kurdistanê,  fêrgeha PDKÎ bi awayên cur bi cur û di asta cuda de, berdewam e, û bi hezaran têkoşerên siyasî û nizamî hatin perwerdekirin û pêşkêşî baregeha neteweya Kurd kirine.

 Navbirî di beşeke din ya axavtina xwe de ragehand ku PDKÎ di pêxema man û hebûn û rizgarî û azadiya Kurd de xebatê dike, destdirjiyê nake ser tu welatekî, û li hemberî zulm û zordariya tu neteweyeke stemkar de teslîm nabin, û herweha di domê de got: Em şerxwaz nînin, û şer ji bo şer nakin, em parastina rewa dikin bo nehêlana şer”.

Piştî gotinên navbirî, sirûdek li jêr navê “Em Pêşmerge ne”, ji aliyê beşdarbûyiyên dewreyê ve hate pêşkêşkirin.  

Di beşeke din ya vê merasimê de rapora perwerdsehiya fêrgehê ji aliyê Şaho Xefûrî mamostayê fêrgehê ve hate xwendin.  

Paşan peyama beşdarên dewreya 233`an a pêşmerge ji aliyê yek ji beşdarbûyiyên dewreyê ve hate xwendin.

Piştre straneke şoreşgerane ya bi navê “serkewê Rasan” ku ji aliyê beşdarbûyiyeke dewreyê ve hate pêşkêşkirin, xemla beşeke din ya vê merasimê bû.

Herweha di beşeke din ya vê merasimê de, bi ser kesên yekem heya sêyem di warên taqîkariyên siyasî û nîzamî û nezm û deseplînê de xelat hatin pêşkêşkirin.

Ew merasim bi çend nimayişên leşkerî ku ji aliyê beşdaran ve hatin nîşandan, bi dawî hat.