Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpîsiya rêberê olî yê rejîma Îslamî jî eşkere bû

12:38 - 28 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê li serê heya xwarê bi destpîsiyê karên welat birêve dibin.

Li gorî nûçeyên belavbûy, Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê li ser rûpela fermî ya “Face book”a xwe nivîsiye ku, destpîsiyê di nav kûrahiya berpirsên rejîma Îsalmî de reh vedaye û 40 temenê vê rejîmê bi gendeliyê derbazbûye.

Balyozxaneya fermî ya Amerîkayê li Îraqê li ser rûpela “Face booke”, nivîsiye ku 40 temenê rejîma Îslamî bi destpîsiyê derbazbûye û heya kûrahiya desthilatê reh vedaye û ev diyardeya di demekê deye ku pareke zêde ji xelkê Îranê bi sedema rewaş dijwar ya aborî û hejariyê zehmetiyan dibînin û serweta Elî Xamne`î rêberê rejîma Îslamî jî 200 milyard Dolar îlan kiriye.

Ev çendîn carin ku Amerîka îşar bi destpîsiya rayedarên rejîma Îslamî dikin.

Di heyamên derbazbûyî de, Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî di peyameke “twitteri” de bi boneya salroja Cîhanî a lidijî gendeliyê îşare bi serwet û samana berpirsên rejîmê û destpîsiya dezgehên vê rejîma Îslamî kiribû.

Di vê peyama “twitteri” de ku li 18`ê Sermaweza 1397`an de belavkirbû wiha hatiye nivîsandin, mixabin bo xelkê Îranê, hikûmeta van tijî li gendeliye, ku yek ji van Ayetula Xamne`î ye ku rêberê olî yê vê rejîmê sindoqa ku bac jê nayê wergirtin, bi milyaran Dolar sermaiyan heye.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, derheq serweta Xamne`î de nivîsîbû ku: Xamne`î kesekî olî tê naskirin û milkên kêmaniyên olî dixwe û piştire jî perê nexd yê van rasdestî Spaha Pasdaran dike.

Her di vê pêwedniye jî, “Zîwî Kan” şirovekarê bilind yê derheq karûbarên Îranê li “Navenda Berevanîkirin li Demokrasiyan”, di kovara li “Washingtone” weşandiye  gotiye, Xamne`î bixwe kesê yekeme di êmipratoriya  bazirganiyê de ku 200 milyard Dolar serwet heye.

Ji aliyekî din ve, hesaba “twitteri” û para Farsî ya vê wezaretxaneyê di doma twittên xwe de, îşar bi kesayetiyên gendel yên rejîma Îranê de, basa Yehya Rehîmsefewy, Fermanderê berê yê Spaha Pasdaran ya Îslamî û alîkar û şvêrmendê Ayetula Xamne`î rêberê rejîma Îslamî kiriye.

Ev 40 sale rejîma Îslamî bi berpirsên bi nav olî lê, destpîs birêve diçe û her bi vê sedemê jî xelkê Îranê di rewşa dijwar a aborî û betaliyê de jiyan xwe derbazdikin rojroj berpirsên destpîs yên rejîmê eşkere dibin.