Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de medyakar di xizmeta Rejîmê de ne

12:34 - 11 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Bi hilkefta roja peyamnêran di Îranê de, li bajarê Selmasê, medyakar û payamnêrê dewletî û ên binav serbixwe, ji aliyê fermandên Sipaha Pasdara a terorîst û hêzên Întizamî ve hatine gazîkirin.

Ew binav medyakarane ji aliyê fermandeyên Spaha pûasdaran a terorîst û hêzên întizamî û navendên emniyetiyê Rejîmê li bajarê Selmasê ve, hatine erkdarkirin ku dibe bi hemû cehda xwe ve li xizmeta rejîmê de bin, û bibine çav û zimanê rejîmê.

Di vê civîna binav rêzgirtin ji medyakaran, fermandê hêzên Întizamî ên rejîmê û fermandê Spaha Pasdaran a terorîst li bajarê Selmasê, ev yeka eşkere kirin kû heta niha medyakarên wî bajarî gelek bi başî erkê xwe bi cih gihandine, û 90% serkevtinên hêzên rejîmê li hemû warekê, bi alîkariya wan medyakarane bûye.

Ev îtirafa berpirsên rejîmê vê yekê didine îsbat kirin ku her medyakarek di Îranê de be, ser bi demûdezgehên rejîmê ne û tu medyakarekî serbixwe tunîn e.

Fermandê hêzên tepesekar ê întizamî, spasa wan binav peyamnêran kir ku, heta niha xizmetkar û parêzerên rejîmê bûne û daxwaz ji wan kir ku her wisa berdewam bin.