Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di navbera Amerîka û Yemenê de hevahengiyê leşkerî û ewlehî hene

11:21 - 7 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Amerîka û Yemen bo rûbirûbûna li hemberî şerê terorîzimê bi hevre hevahengiyan pêk tînin.

Roja Sêşemî 6`ê Tebaxa 2019`an, “Abdrabuh Mansour Hadi” serkomarê Yemenê, di civîna digel balyozê Amerîkayê  yê di wî welatî de da xûyakirin ku, ji bo  rûbirûbûna li hemberî şerê terorîzimê, destêverdan û zêdexwaziyên rejîma Îranê di nav karûbarên wî welatî û herwisa tevlîhevkirina ewlehiya dever û cîhanê ji aliyê rejîma Îranê ve, dinavbera welatê Yemê û Amerîkayê de, hevahengî û alîkariyên hevpar hene.

Li gorî rapora nûçegihaniya fermî a Yemenê, Hadî serkomarê wî welatî di civîna digel “Krîstofêr Hênzêl” balyozê Amerîkayê  yê di wî welatî de, bi îşarekirina ji aloziyên ku bi sebeba destêverdanên rejîma Îranê di nav karûbarên Yemenê de çê dibin ku her bi vê sedemê jî, pêştir ji vê rejîmê re hişdariyên hewce dane, û herwisa ji piştevanîkirin û hewlên Amerîkayê  yên derheq Yemenê û ber bi pêşvebirina piroseya aştiyê di wî welatî de spasî kir.

Her di vê pêwendiyê de, balyozê Amerîkayê jî, piştevanîkirina welatê xwe ji Yemenê û dewleta rewa ya wî û herwisa yekîtî, ewlehî û aramiya wî welatî, perjirand.