Kurdistanmedia: Eva salek bi ser erdheja Kirmanşanê re derbas bû, lê xelkê lêqewimî û xisardîtî yên vê herême herwisa bê mal û hal, û li benda alîkariyan in.
Di 12`ê meha Çiriya Paşîn ya sala 2017`an da, erdhejeke tund bi qasê 7.3 rîşter li parêzgeha Kirmanşanê da, ku di encamê de bi vê sedemê nêzikî hezar kesî canê xwe ji dest dan, û hezaran kes jî birîndar bûn û piraniya avahiyan kavil bûn.
Navenda erdhejê bajarokê Ezgile bû, piştî Ezgile, xisara herî zêde li ber bajarê Serpêla Zehawê ket.
Bi derbasbûna salekê bi ser vê xisara mezin a canî û malî, zêdebarî soz û qewlên berdewam ji aliyê berpirsên rêjîmê, lê xelk niha jî herwisa li xêvetan de ne, û herwisa benda alîkariyê de ne, û rêjîme çi bo wan nekiriye.
Eva salek e bi hegera perîşanî û bê mal û haliya xelkê erdhejlêdayî, dehan bûyerên tal û nexweşe weke agirkevtina bi xêvetan yan lihevketina elektrîkê, ba û boran û sir û seqemê, çendîn kesan jiyana xwe ji dest dane.