Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijberekî herî tund ê rejîma Îranê posteke kilîdî werdigre

11:50 - 9 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî a Amerîkayê yek ji dijberên herî tund ê rejîma Îranê di beşeke kilîdî û hestiyar de bicih dike.

Yek ji kesayteiyên herî tund ku li dijî rejîma Îranê ye, bi navê  “Goldberg”, di Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê de ciyê xwe digre, û ew yek bûye sedema kêfxweşiya dijberên rejîma Îranê.

Herçend di vê derheqê de hêşta Koşka Spî tu daxuyaniyek nedaye, lê ew nûçe di ragehandinên giştî de belav bûye.  

“Goldberg” di Konseya Ewlehiya Neteweyiya Amerîkayê de, wê bibe serokê beşa xebata li dijî çekên komkuj. Ew di vê postê de dibe ku digel “Brian H. Hook” nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Îranê kar bike.

 “Goldberg” di nav meclisa Senayê de, wekî endazyarê serekî ê herî tund ê dorpêçên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê tê naskirin. Ew heta ji berbirûbûna leşkerî jî li hemberî rejîma Îranê de piştgirî dike.