Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dubarebûna bê serûberiya bazara sêvan di parêzgeha Urmiyê de

11:30 - 5 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Tevî hemû ew ziyanên ku welatî rastî hatine û ziyaneke berçav dîtine, wê carê jî bê serûberiya bazara sêv di parêzgeha Urmiyê de pêsîra welatiyan girtiye.

Her wekî hertimî îsal jî bazara sêvan pirsgirêkek bo welatiyên parêzgeha Urmiyê çê kiriye. Tevî wê ku 60 hezar malbat di parêzgeha Urmiyê de bi rezên sêvan xwe xwidî dikin, û nêzî deh hezar malbat jî bi awayekî narastexwû kar dikin.

Herwisa neşandina sêvan bo derveyê welat wisa kiriye ku, bazara sêvan di astekî herî xirab de be, û wekî hertimî xwediyên rezan sevên xwe wekî sevên jêr darî di ser şeqaman kom bikin û bi nirxekî herî kêm bifiroşin.

Piraniya welatiyên parêzgeha Urmiyê di vê derheqê de dibêjin: Tevî vê ku îsal zirareke mezin gihaye rez û baxan, lê eve di halekê deye ku baştrin sêv dîsan jî, her sevên parêzgeha Urmiyê ne, û niha jî sevên me bi nirxekî herê kêm ji me dikirin.

Herwisa dibêjin, em her sal rastî wê pirsgirêkê tên û berpirsên rejîmê jî, di vê derheqê de ti rêyekî bo çareseriya pirsgirêkan nabînin.

Bi wî awayî, her dîsan wekî salên derbasbûyî, sevên darê yên welatiyan di destên wan de mane û eve jî rêyan bo rejîmê xweş dike ku bi nirxekî kêm berhemên welatiyan bikire, rejîm ne tenê pirsgirêkên wan çareser nake, belkî îstîsmarê jî, ji wan dikin.