Kurdistanmedia: Bax û rezên gundê Riwarê bi hegera bêkifayetiya berpirsên rejîmê, li ber tirsa hişikbûnê ne.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, gundê Riwarê ketiye derdorê avbenda Dariyan. Bi hegera berdana herî û lîma binê avbendê, xisareke zaf gehiştiye rez û baxên xelkê wî gund î.
Piraniya Lîm û heriya ku ji avbendê re hatiye berdan ketiye nava rez û baxên xelkê gundê Riwar û coke hemû tijî kirine û bîre û demûdezgehên pompajanên xelkê ku li ber qiraxa çemê Sîrwan hatine danan, hemû bat bûne.
Kêmbûna ava avbenda Dariyanê, bûye hegera tejîbûna herî û lîm, di wê avbendê de, her bi wê hegerê jî, şinawer û pomp li kar kevtine û ji bo wê jî, sedan milyard tûmen xisar gihîştiye xelkê deverê.
Tête gotin ku pitir ji 120 Hiktar rez û baxên wê herêmê bi wê hegerê ve xisar dîtine.
Herwisa bi hegera berdana herî û lîma avbendê, çavkaniyên ava wê herêmê jî, yan parek xitimîne, yan ava wan şêlo bûye, û eve jî bandorê li ser saxlemiya xelkê dadinê.