Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Hizba Demokrat li bjarê Silêmaniyê koça dawiyê kir

18:19 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bjarê Silêmanî di temenê 59 salî de çû ber dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 6`ê Gelawêjê, “Mihemed Nezîf Îbrahîmî” kurê Mihemed û pêşmergeyê dêrîn û endamê eşkire ê PDKÎ, û xelkê gundê “Dewan” a girêdayî bajarê Bayingan, di temenê 59 salî de li bajarê Silêmaniyê çû ber rehmetê.

Xwedêjêrazîbûyî li sala 1363`an pêwest bû li nav refên pêşmergên Hizba Demokrat û di hêza Şaho de hate sazmandehîkirin. Û piştre li çiya berbû û derbe bînî û bi neçarî di Başûrê Kurdistanê de rûnişt. Piştî bidestanîna tendirûstiya xwe, dîsan li sala 1368`an bû bi pêşmerge û heya sala 1376`an pêşmerge bû, û berpirsayetiyên wekî: “Endamê komîteya Şaristaniya Kirmaşan, berpirsê emniyet û hisabdariya Melbend” li stuyê xwe girtibû.

Termê xwedêjêrazîbûyî, li nav girseya xizm û hevçeperên wî de bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarên navbirî re dibêje û xwe bi şerîkê xema wan dizane.