Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdhejê dîsan birînên erdhejlêdayiyan nû kirin

18:05 - 26 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hêşta erdhejlêdayiyên Kirmaşanê birînên wan necebirî ne, ku dîsan erdhejê birînên wan nû kirin, û êdî dibêjin ku wan tu tişt nemaye bo jidestdanê.

Di demekê de ku taze salek bi ser bûera xwezayî ya erdhejê re derbaz bibû, û rejîmê berevajiyê îdiayên xwe ên bê bingeh tu karekî wisa berçav ji wan re nekiribû, ku birînên wan kêmekê jî bicebirin, û bêhneke rehet vedin, û dîsan birînên wan vebûn û janeke din bi êş û janên wan ve zêde bû.

Renge birîna herî biêş û jan ew be, ku rayedarên rejîmê dibêjin me xizmeta wan kiriye, lê ew dibêjin ku xizmeta me nehatiye kirin, û me çi nemaye ku êdî em ji dest bidin.

Herçend rayedaran ragehandin ku me gellek avahî bo wan çê kirine, lewra ew zirarekî wisa nabînin, lê li gora raporan ew avahiyên ku wan çê kirine, ew qas sist in ku her zû herifî ne.

Hinek ji xelkê vê herêmê ku di vê sir û seqemê de jî stargeheke wisa tunebûn, piştî vê erdhejê radigehînin ku êş û azar pêsîra wan bernadin, û êdî ew der bo jiyanê nabe.

Xelkê welat û bi taybetî Kurdên vê herêma ku berdewam ratsî erdhejê tê, di demekê de di nav hejarî û destengî û nebûna hewcehiyên destpêkî ên jiyanê û stargeheke asayî de dijîn, ku rejîm perê wan û serwet û samana welat wekî xêrkirina dide Hemas û Hizbullah û Husiyan.