Kurdistanmedia: Li 24 Demijmêrên derbasbûyî de bi hegera êrişa Tirkiyê bo ser dewerên Kurdan li Suriyê, şerê giran û dijvar çêbûn û her berdewame.
Hêzên Artêşa Tirk li çendîn qolan ve, û li jêr piştîvaniya bombarana Gund û Bajaran, êrişî ser bajarê Serekanî dikin û di gel berxwedaniya hêzên Suriyeya Demokratîk û Şervanên Kurd henber dibin.
Şeva Derbas bûyî şerekî giran li qolê Serekaniyê çêbû, pêka ragihandina Mediayên nêzîk YPGê, li wî şerîde dehan Eskerên Tirk hatine Kuştin û heta naha 3 Tangên Tirkiyê, ji aliyê hêzên Kurd ve, hatine têkşikandin.
Firokên Tirkiyê dewerên xelkê Sivîl bombebaran dikin, mixabin heta naha çendin kes, ji wan zarûk şehîd û birindar bûne.
Herwisa li devrûberê Dêrikê jî çendîn şerên sext û giran qevimîn, ku her berdewame.
Firokên şerkere Tirkiyê herêmên Têlxelef û Şewarix bi tundî kirne emanca xwe.
Xelkê Gund û Bajarên Rojavaya Kurdistanê, bona parastina cane xwe li beranber bombaranêt Tirkiyê de, malên xwe berdan û li halekî perîşan dene.
Li derbarê xisar û ziyanêt wan şerane, zaniyariyê gelek serrast ber dest ninin.