Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê haydariyek belav kir

18:11 - 19 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, derheqê ber bi pêşveçûna kar û çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” haydariyek ji bo raya giştî belav kir.

Deqa haydariyê  wiha ye:

Haydariya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” ji bo xelkên xebatkar yên Kurdistanê!

 Hêza Pêşmergê Kurdistanê û xebatkarên navxwe yên PDKÎ di doma kar û çalakiyan de ku, berdewam digel pêşwaziya germ ya xelkên kurdistanê rûbirû bûne, di şevên 27 û 28`ê meha Cozerdana 1397`an de, di gundên weke “Necê” û “Hoye” yên girêdayî devera “Jawaro”yê de civîneke berfireh ji bo xelkê vê deverê li dar xistin.

Her di vê civînê de, Hêza Pêşmergê Kurdistanê îşare bi binpêkirina mafê mirovan di Kurdistanê, û givaşên rejîma dijîgelî di Kurdistan de,  li dijî xelkê xebatkar yê Kurdistanê û herwiha îşare bi girtin, lêdan, hepskirin û îşkencekirinê kirin, ku digel pêşwaziya germ  û bêhempa ya xelkê vê deverê rûbirû bûn.

Xelkê vê deverê ev serdana hêza Pêşmergê Kurdistanê,  girîng nirxandin, û  ji bo wan serkevtin hêvî kirin.

Hêza Pêşmergê Kurdistanê di rewşeke baş de, ev xebat û têkoşîna xwe domand.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê