Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermanderekî din yê Spaha Pasdaran ya terorîst hate kuştin

10:17 - 24 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Di şer û pevçûnên Sûriyê de, fermanderekî din yê saziya Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îslamî a Îranê hate kuştin.

Nûçegihaniyên rejîma Îslamî a Îranê belav kirine, di roja Înê 1`ê Pûşpera 1397`an, “Şahrox Dayîpûr” yek ji fermanderên saziya Spaha Pasdaran ya terorîst, di şer û pevçûna bajarê “Elbû Kemal” ya Sûriyê de hate kuştin.

Berpirsên rejîma Îslamî a Îranê ragehandine ku, navbirî wezîfeyên wekî: “Hînkirina mûşekên roj, û dijî rojê, û herwiha fermanderiya yêganên dijî zirihî û alavên şerî yên biryargeha Necef, di serdema şerê Îran û Îraqê, û herwiha di salên derbazbûyî de perwerdehiya dijî zirihî ya Hizbullaha Lubnan, hînkirin û perwerdeya melevaniyê di asta navdewletî de, şêvirmendiya dijî zorhiyê, û fermanderiya di şerên Sûriyê de hebûye”.

 “Şahrox Dayîpûr” xelkê parêzgeha Kirmaşanê bûye, û navbirî li gorî amarên rejîma Îranê 15.mîn kes e ku di Sûriyê de tê kuştin.

Nasnameya van 15 kesên ku rejîma Îslamî a Îranê belav kiriye wiha ne: “Mehdî newrozî”, “Secad Hebîbî”, “Murad Ebasî”, “Sadiq Yarî”, “Husên Elîxanî”, “Ebûzer Emcediyan”, “Riza Ebasî”, “Setar Ebasî”, “Se`îd Qarleqî”,  “Hemze Kazimî”, “Ekber Nezerî”, “Ekber Melekşahî”, “Xeyrullah Ehmedîfer” û Fêrêydûn Ehmedî”.

Ji destpêka şerê Sûriyê yê li sala 2011`an heyanî niha, sedan kes ji endamên paybilind yên Spaha Pasdaran ya terorîst, di şer û pevçûnên Sûriyê de hatine kuştin, û her ev yeka jî di demekê de ye ku rejîma Îranê hebûna hêza leşkerî ya xwe di vî welatî de înkar dike.

Karnas bas ji vê dikin ku, rejîma Îranê serbarê vê ku xerceke malî ya zêde di Sûriyê de heder daye û dide, lê bi destêverdanên berfireh yên Turkiye û Rûsiyê, rola Îranê di vî welatî de kêm bûye, eva jî metirsiyeke li ser berjewendiyên Tehranê û dorandina “Xamineyî”.