Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firoşyarên Neft û Gazoîlê li selmasê nerizayetî dane kifşê

12:39 - 8 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia:  Firoşyarên Neft û Gazoîlê li Bajarê Selmasê bi hegera birîna heqdesta xwe nerizayetî dane xûya kirin.

Piştî evê ku serokê Şirketa Nefta Bajarê Selmasê hate guhorîn ku keseke dine bi nave Se`îd Qasimî fer, bo serokatiya Şirketa Nefta wî bajarî hate diyarî kirin, wî serokê nû biryar daye ku ew para ku berê firoşyaran weke heqdest werdigirtin, dibe naha wêde bikevê ser hisaba Şirketa Te`awonî yê. 

Li henber vê biryara Şirketa Nefta Bajarê Selmasê de, pareke berçav ji firoşyarên Neft û Gazaoîlê li wî bajarî de, li nameyekê de nerizayetiya xwe dane xûya kirin û ragihandine êdî ev amade nabin bi bê heqdest karê belavkirin û firotina Neft û gazoîlê bo Şirketa Neftê re bikin.

Berî vê biryarê, heçî kîjan ji firoşyaran %20 firoşa neftê weke heqdest werdigirtin û ya din diço ser hisaba Bankî ya Şirketa Neftê, lê niha ev firoşyar agehdar kirine ku dibe hemi dirafê firotinê bikewe ser hisaba Şirketê.

Firoşyar û nunerên Şirketa Neftê jî ragihandine ku ev biryara dê bi zerera xelkê tewaw be, çunku naha dema Çandiniya Payîzê û hatina werzê sirê ye ku xelkê Şevat hevceye.