Kurdistanmedia: Bi boneya 25`ê Gelawêjê, salvegera avabûna PDKÎ, endamên Partiya Demokrat li bajarê Kurdistanê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva Çarşemî 16`ê Gelawêjê, endamên dilsoj ên PDKÎ li bajarê Sine û Kamiyaran, bi boneya 74`emîn salvegera avabûna PDKÎ, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.
Qehrimanên Demokrat li bajarê Sine, bi boneya 25`ê Gelawêjê, bi danîna alaya pîroz a Kurdistanê û cemedanî û herwisa belavkirina tirakit û wêneyên rêberên Şehîd, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Xebatkarên Demokrat di wê çalakiyê de, emegnasiyên xwe bi rêbaza şehîdan re nîşan dan û ragihandin: “Sûnd dixwim û soz didim bi axa pîroz a Kurdistanê, bi alaya remza neteweyî û nîştimana xwe, bi canê paqij ê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, heya dawiya jiyana xwe, parêzerê ax û serweriya gel û nîştimana xwe bim”.
Her bi vê hilkeftê, endamên Partiya Demokrat li bajarê Kamiyaranê jî, bi belavkirina posterên taybet bi vê rojê, bi awayekî berfireh, çalakiyên banghêjî lidar xistin.