Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaş û rexne li ser Tiramp zêdetir dibin

12:35 - 10 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Piştî biryara vekişandina hezên serbaziye Amerîka ji bakura Suriyê ji aliyê Tirampê Serkomarê Amerîka, givaş û rexne li ser Tiramp zêdetir bûne û daxwaza li ser kar vêde birina wî dikin.

Heyamek bu ku Tiramp kevtibû ber rexna Demokratan û wajo kom dikirin ku mesela Îstîzah kirina wî danêne ber deng danê, lê piştî biryarên cihê ecêb mane û axivtinên bê serûbere Tiramp, naha parek ji Kongirêsmen û deshilatdarên Komarîxwaz, anku ji Partiya xudî Tiramp jî, helwêst girtin û dibêjin Tiramp nizane çi dike û bi wan biryarên xwe zererê ji berjewendiya Amerîka dide.

Co Baydên Cêgirê Obama êkim kes bû ku daxwaza Îstîzaha Tiramp kir.

Bi taybet bi hebûna belgan ku Tiramp li gel Serokê Okraynê li derbarê Baydên de axiviye û daxwaz jê kiriye ku zaniyariyan bidê.

Biryara Tiramp li ser vekişandina hêzên Amerîka li Suriyê Welatên Dewera Rojhilata Navîn jî hêlane heyrî mayî.

Deshilatdarên Siyasî û Serbaziye Îsra`îl, ji helwêsta Tiramp nîgeranin û dibêjin Tiramp bi pişt berdan Kurdan, hitbara xwe bal me jî şikand û me jî baverî pê nema.

Ger hankî here pêş Tiramp dê bête wêde danê û heta Komarîxwaz jî pişta wî nagirin.