Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hekêrên Spaha Pasdaran, “E-mail”ên berpirsên Amerîkayî kire armanc

12:13 - 14 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia:  Hekêrên Spaha Pasdaran piştî tundbûna dorpêçên aborî hewl didin ku destê wan bigîje E-mailên berpirsên Amerîkayî.

“Associated Press” di raporekê de rageahndiye, piştî vê ku Amerîkayê meha borî cardin dorpêçên giran ên aborî xistin ser rejîma Îranê, hekêrên Spaha Pasdaran hewl dan ku “E-mail”ên şexsî ên berpirsên Amerîkayî bi dest bixin, eva di demekê de ye ku şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê ragehandiye: Berevajiyê dewleta Obama bersiva me ji bo êrîşên sayberî wê tund be.

Yek ji lêkolerên navendeke Amerîkayî bi navê Firidrîş Kagan ku derheq çalakiyên saybêrî ên hikûmeta Îranê lêkolîn kiriye, îdi`a kiriye: Renge hinek ji van hewldanan derheq bidestveanîna zanyariyan li ser dorpêçan be.

Niha êdî dewleta Amerîkayê bi îmzakirina hukmekê deshilateke zêdetir daye berpirsên vî welatî, bona vê ku di hemberî dijminan de bisekinin, ew dijminên ku bi êrîşên saybêrî dixwazin me bikin armanc.

Bolton jî wekî şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê ragehnadiye ku ewê bersiveke tund bidin êrîşên saybêrî.

Wî herweha pêdagirî kir, ku ew wekî dewrana Obama nabin, ewê bersivekê bidin wan, ku ser wan gellek giran tewaw be.