Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta herêma Kurdistana Başûr 3 hezar kedkaran der dike

11:46 - 6 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Serokê Saziya karûbarê kedkarên herêma Kurdistanê daye zanîn, dê 3 hezar kedkarên bîhanî di herêma Kurdistanê bêne der kirin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 14`ê Pûşperê, Serokê Saziya karûbarê kedkarên herêma Kurdistanê “Mihemed Hejar” ragihandiye: Di herêma Kurdistanê de nêzî 22 hezar kedkarên bîhanî hene û mijûlê Karin, û di nav wan kedkarane de, kedkarên welatên ciran jî hene.

Navbirî got, hejmara kedkarên bêhanî di herêma Kurdistanê de zêdebûne û dema ku herêma Kurdistanê di sala 2014 û 2018`an de, rastî kirîza aborî hat vê demê hejmarek ji wan herêm bi cih hêlan û bo karkirin bo derveyê welat çûne.

Herwisa navbirî daye zanîn, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze derfeta kar bo welatiyên xwe dabîn bike, û pêşî ji kedkarên bîhanî bigre, û bi sedema nexweşiyên cuda, herwisa got: me 3 hezar kedkar bo welatên wan zivirandine, û, nûnerên konsolî ên wan welatan di herêma Kurdistanê de, di vê derheqê de alîkarya me nakin.

Navbirî di berdewamiyê de got: Hejmarek ji wan kedkaran rastî nexweşiyên wekî Îdiz û Hêpatît hatibûn û piştî ceribîna pizîşkî, îzina hatina wan bo herêma Kurdistanê nehatiye dan.