Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî destrengîn ê neteweya Kurd li bajarê Mehabadê çû ber rehmetê

17:07 - 20 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Hunermendekî destrengîn ê neteweya Kurd, mamosta Îsmaîl Pakzad naskirî bi Simko di temenê 58 saliyê de li bajarê Mehabadê çû ber rehmetê.

Pêka nûçeya ku gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,  sibezûya roja Înê 27-ê Rezbera 1397-an hemberî 19-ê “october”a 2018-an a Zayînî, hunermendekî destrengîn ê neteweya Kurd,mamosta Îsmaîl Pakzad naskirî bi Simko xelkê bajarê Mehabada Rojhilata Kurdistanê di temenê 58 saliyê de koça dawiyê kir.

Mamosta Simko, sala 1960-an li gundê “Nobar” ya bajarê Bokanê ji dayîk bûyê. Di sala 1976-an a Zayînî di mala (gencên bajarê Mehabadê) dest bi hînbûna karê huneriya Şêwekarîyê kiriye, û di sala 1978-an de di pêşbirkêya Hunera Şêwekariyê di seranserê Îranê de pileya yekê bi dest anî, û mîdala zêr a wê pêşbirkêyê wergirt.

Ew hunermendê destrengîn ê Kurd, bi hesteke neteweyî dest kiriye bi nexşandina pişkek ji mêjûya kesayetiyên Kurdistanê, û wêneyê zêdetir ji 150 kesayetiyên Kurd, helbestvan, stranbêj,folklorbêjên Kurd kêşaye.

Mamosta Simko pişikdarî zêdetir ji bîst pêşanghên taybet û giştî yên Rojhilat û Başûra Kurdistanê kiriye, û hunera xwe xistiye ber çavê bîner û hunerdostên Kurd, û piştre di mozexaneya “Nîştiman a Emne sûreke” di bajarê Silêmaniyê li Başûra Kurdistanê di gel hunermenda xatûn ya bi navê Sara Telayî di pêşangeheke taybet de hunerên xwe dixin pêş çavên hunerdostên Kurd.

Ew hunermenda Kurd ji bilî hunera şêwekariyê ku destrengîniyeke bilind li nexşandina Sirûşt û kesayetî û hêmayên Kurd hebûye, gelek cara jî helbestê helbestvanên Kurd dîkleme kiriye.