Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya îtila`atê çalakvanên Kurd bo vê îdareyê gazî dike

12:39 - 5 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Îdareya îtila`ata rejîma Îslamî di bajarên cuda yên Kurdistanê de, bi pîlanên nû çalakvanên Kurd gazî dike.

Îdareya îtila`atê di parêzgehên wekî parêzgeha Azerbaycana Rojava, Kurdistan û Kirmaşanê de, di heyama sê hefteyên borî de, deha çalakvanên xwedî derbazî yên Kurdistanê bo vê îdareyê gazîkirine.

Piştî gireva seranserî ya Kurdistanê ya li 21`ê Xermananê, îdareya îtila`atê deha kes ji çalakvanên Kurd di bajarên cuda yên Kurdistanê de, gazîkirine û ew bo heyama 24 heya 48 demjmêran destibiser kirine.

Pêka gotina çendîn çalakvanên Kurd yên ku bo îdareya îtila`atê hatibûne gazîkirin,  piştî lêpirsîna çend demjmêrî, û îşarekirina  bi dosyeyên ewlehî ku berê bo wan çêkirine,  çend daxwaziyên zelal jî ji wan kirine:

Eva daxwaziyane wiha ne:

1- Ji dana zanyariyan derheq van lêpirsînan xwe biparêzin, û heya bo malbatên xwe jî nabe di vê derheqê de bi axvin.

2- Heya dema diyarîkirî we mafê derketina ji bajar nine.

3- Di pêşerojê de dîsan emê gazî we bikin.

 Pêka raportan  hemû ew kesane ji riya telephone hatine gazîkirin, û herwisa hejmarek ji çalakvanên hatinî gazîkirin di heyama lêkolînê de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve,  rastî lêdan hatine.

Yek ji karnasê warê ewlehiyê, derheq sedemên gazîkirina çalakvanan de wiha dibêje: Gazîkirina çalakvanan nû nine berê jî her hebûye, lê hindekê zêde kiriye û ev jî bû  afirandina hovtiya giştî ye. 

Ji aliyekî din vê, bi gazîkirina çalakvanên xwedî derbazî, dixwazin wan agehdar bikin ku me ageh ji we heye, da ku wiha pêşî ji civînên wan bigirin.

 Armanca serekî ya gazkirina çalakvanên Kurd bo îdareya îtila`atê,  jinavbirina komên li dijî rejîmê di bajarên cuda yên Kurdistanê de ye.