Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Tirkiye sînorê di navbera xwe de dîvar dadinên

12:08 - 12 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê û Tirkiye li derheq kêşana dîvar li ser sînorê di navbera xwe de, ku çend sale rêketibûn, dixwazin bi yekcarî wî dîvarî dawî pê bînin.

Eve di heyama çend salane ku, Tirkiye û Îran bi armanca parastina ewlehiya di navbera xwe de û kontirolkirina sinoran rêketibûn ku dîvar bikêşînin, û heta niha parek ji dîvar kêşane û dixwazin wî dîvarî sedî jised tewav bikin.

Her bo wê armancê di çend rojên derbas bûyî de, rêketinek di navbera fermandarê Urmiyê û waliyê Hekariyê de hate mor kirin.

Herdu hikûmetên Tirkiye û Îranê berdewam digel hevdu alîkarin û yek dengin bo milîtarîze kirina sînorên di navbera Rojhelat û Bakûrê Kurdistanê de, Armanca serekeye wan jî, hatûçûya ser sînoran çi bo kasibkariyê û çi bo hêzên dijbere xwe dijwatir bikin.