Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê pitir ji lihevkirina Bercamê Uraniyom berhem anî ye

13:17 - 31 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Ajansa Navneteweyî ya Vizeya Navkî ragihand ku, meyandina Uraniyomê ji aliyê Îranê ve, ji wê qasê derbas bûye ku di Bercamê de hatibû diyarîkirin.

Ajansa Navneteweyî ya vizeya Navkî, nigeraniya xwe ji vê yekê da zanîn ku, ew Uraniyoma ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye meyandin û paşkewt kirin, gelek ji wê qasê zêdetire ku di Bercame de hatibû diyarîkirin.

Herwisa Ajansê ragihand ku, Qasê tîbûna Uraniyoma ku di Îranê de hatiye meyandin 241 KG Uraniyom bi qasî %4.5 ji ye.

Di lihevkirina Bercamê de bo Îranê hatibû sinordarkirin ku, nabe qasê tîbûna Uraniyomê ji %3.67 zêdetir be, lê li gorî rapora Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navkî, qasê tîbûna Uraniyoma ku ji aliyê Îranê ve hatiye meyandin, %4.5 ji derbas bûye.

Ajansa Navneteweyî ya vizeya Navkî, ji girûpa 4+1 ê daxwaz kiriye ku bila haj çalakiyê Etomî ya Îranê hebin û berahîka meyandina zêdetir Uraniyomê ji aliyê Îranê ve bigrin.