Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îro 35.mîn salvegera bidarvekirina 59 lawên Mehabadê ye

19:30 - 2 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Di roja 12`ê Cozerdana sala 1362`an de rejîma Îran 59 ciwanên Mehabadê bi dar vekirin, jiber ku nekarî wan lawên şoreşger naçar bike ku serî bo deshilata zordar û dijîKurd ya wan bitewînin.

Piştî îdama wan 59 lawên Mehabadê Hemîdriza Celayîpûr fermandarê Mehabadê biryar dabû ku daxuyaniya îdama wan 59 lawên Mehabadê di bajar de belav bikin. Ew 59 lawên ku bi tawana pêwendiya digel PDKÎ hatibûn girtin.

Her derheq îdama van 59 lawên Mehabadê de, Birêz Mela Qasim Keleşî Endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ ku wê demê di vê girtîgehê de bû, ku ew 59 lawên Mehabadê tê de hatibûn ragirtin, hindek zanyarî dane malpera “Kurdistanmedia”yê.

Navbirî di vê derheqê de dibêje: “Di roja 27’ê Reşemeya sala 1361’an a Rojî, 59 kes anîn destbisergeha Urmiyê, û gotin ev kesane 59 xortên Mehabadê ne, û li ser pirsên siyasî hatine girtin, ji wan 59 kesan jî tenê du kes temenên wan 27 û 30 salî bûn, ên din 18 heya 25 salî bûn.

Yek ji wan xortan bi navê “Kemal” ku cihê razana min û wî cem hev bû, serpêhatiya xwe weha ji min re got: “Me her 59 kesan ji bo wefadarî bi gelê xwe mîna endamên Komeleya “J- k” ji hev re sond xwariye ku em îxanetê bi hev û bi tu Kurdekî nekin. Ji me re şanazî ye ku em li ser Kurdîniyê hatine girtin, lê ya ku me azar dide, ne ev e ku renge me bikujin, belkî ev e ku hêj temenê me kêm e, û me nekarî weke hewce xizmet bi netewa xwe bikin.” 

Qasim Keleşî di berdewamiya baskirina vê serpêhatiyê de dibêje:
“Ew kes, mirovên netirs û vêrek bûn, ji axaftina xwe de tu caran li hember wezîfedarên dewletê tirs nedixistin dilê xwe de, û gotinên xwe digotin. Rokejê em li benda xwarinê bûn û yek ji berpirsan rû li yek ji wan xortan bi navê Salih gotê: “Tu gelik zêde diaxivî û axaftinên te watadar in”. Salih di bersivê de got: “Ji vê yekê piştrast bin, em ew 59 kes ji were tiştekî nabêjin ku hûn dilê xwe pê xweş bikin, emê her 59 kes bin, û bi îtirafa me yek kesê din jî nakeve destên we de, ji me re mirin ne girîng e, ya girîng ev e ku em li hember gelê xwe de wefadar û rastbêj derkevin”.

Piştî wan axaftinan Salih birin, û zêde îşkence kririn. Rojekê ku em nêzîk 90 kesan di destbisergehê de bûn, çend wezîfedar (me`imûr) hatin destbisergehê û gotin ku ew 59 kes ji bo demjimêr 6’ê sibezû amade bin!

Piştî heyamekê dema malbata min hatin bo dîtina min, gotin ku pêşmergeyên hêza Bîstûn a PDK Îranê ji bo tolhildana 59 lawên Mehabadê, çalakî encam dane, û derbên giran li rejîmê xistine.

Bi bihîstina wan gotinan min hest kir ku her her 59 kes jî sax bûne û hatine bal min. Çimku ez ji wefadariya partiya xwe ji gelê xwe re piştrast bûm.