Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karê terorîsta her kuştin û revandin û teqandine

11:52 - 1 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Hekî çî rengê laqidî û henekan dide, lê rejîma terrorist hertim xevn û pîlanêt terorîstî li serî de ne.

Rojnameyeke Birîtaniya yî li raporekê de ragihand ku rejîma Îranê pîlana rewandina Serkomarê Amerîka Donald Tiramp darêtiye.

Rojnama San ya Birîtaniya eşkere kiriye ku rejîma Îranê li pîlaneke dizîwe de li cehda rewandina Serkomarê Amerîka de bûye.

Ev Rojname bona tekesî û piştrast kirina rapora xwe, amajê bi gotin û gefên Muhsin Rizayî dike.

Vê raporê de hatiye ku Muhsin Rizayî kevne pastarê terrorist gotiye, înşaellah emê Tiramp bigirin emê mehkeme bikin û bigehînine cezayê wî.

Lewmaye ku ev Rojnama Birîtaniya bi xatircemî we ragihandiye ku Îranê pîlana revandina Serkomarê Amerîka darêtiye.

Piştî weşandina wê raporê, pareke berçav ji kanal û sayt û belavokên rejîmê, bi şanazîwe basê vê raporê û hêz û şiyana rejîmê û Muhsin Rizayî yê terrorist kirine.

Ev Pastarê terrorist berê fermandê Sipahê bû û naha jî Sikirtêr civata berhevdana berjewendiyê rejîmê ye, ku sûçdare bi encamdana sedan cinayet û karên terorîstî.