Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna dahatê sedema pare mana heqdestê karmendên şaredariyê ye

16:45 - 7 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Endamekî şêvira Îslamî ya bajarê Urmiyê,  kêmbûna dahatê, sedema nedana heqdestê karmendên şaredariya wî baajrî daye zanîn.

Pêka axavtinên Hatemî endamê şêvra Îslamî a bajarê Urmiyê, kêmbûna dahatê di Îranê de, sedema nedana heqdesta çend mehan ya sedan karmendên şaredariya wî bajarî ye.

Heyamek berî niha, gendeliya karmendê banka Rifah a bajarê Bocnûrdê,  ya bi qasî 4 milyard û 900 hezar Tûmenî, ji aliyê dadweriya navendî ya wê parêzgehê ve hate eşkere kirin.

Her di vê pêwendiyê de jî, cihgêrê Saziya Pîşeya  Kanî û Tcaretê jî, bi sebeba gendeliyê hate destibser kirin, û her di pêwendî digel  dosyeya  wî de, hejmarek karmendên din yên ku di vê saziyê de kar dikin, bi sebeba gendeliyê hatine gazîkirin.

 Eva yekem car nine ku berpirsên rejîmê di dezgehên rejîmê de, gendeliyên wisa mizin encam didin, di heyamên borî de jî, di bajarên cuda yên Îranê de, gendeliya hejmarek ji berpirsên îdareyên  rejîmê hate eşkere kirin.

 Herçavan ku berpirsên paye bilind yên rejîmê, rewşa derbaziya xelkê dibînin lê, ev bi cihê ku, hewl bidin da ku rewşa dahata xelkê baş bikin yan derfetên kar bo hevwelatiyan çê bikin, lê dixwazin bi axavitinên bi vî rengî, gendeliyên xwe  di dem û dezgehên rejîmê de veşêrin.