Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştimanperwer çû ber dilovaniya xwe

12:16 - 7 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Kesayetiyê nîştimanperwer û navûdeng û piştevanê hertimî yê hizbê, li bajarê Seqizê koça dawiyî kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Hecî Elî Ezîzpûr, naskirî bi Elî Qebexlû, xelkê gundê Qebexlû ya li devera Gewirka girêdayî bajarê Seqizê, ku di salên 60`î de, zêdeyî 10 salan jî endamê şêvra hizbê bû, û herwisa mala wî hertim cihê bêhinvedana pêşmergeyên hizbê bû, bi sedema bitemenbûnê çû ber rehmetê.

Navbirî kesayetiyekî nîştimanperwer û navûdeng di deverê de bû.

Mixabin du rojan berî niha li temenê 110 saliyê de, di demekê de ku hêviya wî dîtina azadiya Kurdistanê û hildana alaya Kurdistanê bû, koça dawiyê kir.

Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spasrtin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî, û xwe şirîkê wê xema wan dizane.