Kurdistanmedia: Kesayetiyekî xweşnav û cihê hurmetê yê devera Bane ku pêştir endamê Hizba Demokrat jî bû, koça dawiyê kir.
Pêka nûçeya ku gehiştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja 21-ê Xezelwera 1397`an, “Ezîz Osmanî” naskirî bi “Ezîzbeg Xwacamêr”, kesayetiyekî naskirî û xûya yê bajarê Bane çû ber dilovaniya xwe.
“Ezîz Osmanî” pêştir jî endamê Hizba Demokrat bû û di serdema xebata çekdarî de mal û jiyana wî berdewam di xizmeta kadr û pêşmergeyên Hizbê de bû.
Navbirî kesayetiyekî xweşnav û cihê hûrmet û baweriya xelkê bajarê Bane û deverên derdorê bû.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe li malbata “Ezîz Osmanî” û xelkê bajarê Bane dike û xwe di xema wan de hevpar dizane.