Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiykekî nîştimanperwer yê devera Sindûsê çû ber rehmetê

18:18 - 18 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Kesayetiyê nîştimanperwer û dilsoz ê Partiya Demokrat, li devera Sindûs a girêdayî bajarê Nexedê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 24`ê Rezberê, kesayetiyê nîştimanperwer û dilsozê gel û hizbê, yê bi navê “Hecî Seyîd Fetah Fetahî” xelkê gundê Qelatan, a ser bi devera Sindûs a girêdayî bajarê Nexedê, di temenê 92 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Navbirî bi sedema dilsozî û nîştimanperweriyê, di heyama jiyana  xwe de, gellek êş û azar dîtin, û zarokên xwedêjêrazî, bi rênêwîniyên navbirî çeka şerefê ya pêşmergayetiyê ya hizbê li milê xwe kirine.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi vê boneyê ve sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.