Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolber di bin sîbera deshilata rejîma Îranê de têne komkujkirin

12:14 - 17 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia : Cêhgirê siyasî û emniyetî yê wezîrê Navxwe ê rejîma Îranê, Husên Zulfeqarî, di bersiva yek ji nûçegihanên “ILNA”yê, ku li ser hûrdekariyên kuştina Kolberekî li sînorê Kurdistanê pirs lê kiribû, gotiye: Me tiştek bi navê Kolber tuneye, ev peyva ku kes nizane li kuderê ve hatiye, hem ji bo xelkê hem jî ji bo berpirsan kêşe çekiriye .

Navbirî di dirêjiyê de bas ji vê kiriye, me çend bazarek tenê ji bo çar parêzgehên sînorî pêşbînî kirine, û me hindek hêsankarî û hevkarî ji bo wan li ber çav girtine , ew kesên ku vê çarçoyê bibezînin, û kelûpelan bînin nav welat de, ne Kolber in, û ne şola wan jî yasayî ye, ji ber vê yekê bo xwe di hember can jidestdana xwe de berpirsiyar in û teqekirin li wan yasayî ye.

Zulfeqarî got: Me di deverên sînorî de xeta sor tuneye, ku bi pêdagirî û şopandin ji bo dabînkirina bijêwa jiyana xelkê deverên sînorî li parêzgehên Azebaycana Rojava, Kurdistan, Kirmaşan, Sîstan, Belûcistan hêla veguhastina kelûpelan bo dervey sînoran pêk anî, û ji bo wê mebestê bo her malbateke çar kesî di her mehekê de 2 milyon û 800 hezar tûmen hevkarî û hêsankariya gumrikan li berçav girtiye, û edî hewceyê vê hindê nake tiştan bi kol veguhêzin, ew kesên ku xwediyê karta sînornişîn in, dikarin pişka xwe di vê karê de desteber bikin.

Kolberên Kurd ku ji ditingeha berpirsên rejîma Îranê ve terorîst in, ew kesane ne, ku tenê ew tiştên serekî vediguhêzin, ku di bajarên mezin ên Îranê de mifahê jê werdigrin û nirxa barên wan jî ji 500 Tûmenî derbaz nabe, di halekê de, ku di yasaya gumirgî ya hikumeta Îranê de ew tiştane ku nirxa wan ji 1 milyon û 800 hezar Tûmen zêdetir nebe, veguhastin û hinartina wan neyasayî nine, herwisa hemû ew kolberên ku dikevin ber destrêjiya  hêzên nîzamî yên hikûmeta Îranê, bi bê haydarîkirina pêştir teqe li wan tê kirin, û ew dîtingeh û kiriyarên rejîmê di Kurdistanê de ji bilî komkujiya kolberan çi yasayeke din hilnagire.