Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ derheq roja Pêşmergê Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bi rê ve dibin.
Li gora nûçeya ku gihîtine destên me, endam û alîgirên PDKÎ li bajarên Seqiz, Pîranşar û Şinoyê derheq 26`ê Sermawezê kar û çalakî bi rê ve birin, û titakt û poster belav kirin.
Endam û alîgirên PDKÎ derheq roja Pêşmergê Kurdistanê li taxên Hemalawa, Meydana Helo, Mizgefta Cami`i û derdora zankoyê a Seqizê, kefxweşî xistin nav dilê xelkê de.
Hevdem Pêşmergên Bajar, li ser tabloya cadeya gundên Seqiz heta Bane û ji wir vêdetir jî Seqiz heta Bokanê poster belav kirin, ku pêk tên ji gundên Yazîbilaxî, Axkend, Merxuz, Altûna xwarê, Sera, Şehreka Pîşesazan, Derdora karxaneya asfaltê, Derdor û pişta polîsrêya Bokan-Seqizê çalakî bi rê ve birin.
Qehremanên Demokrat di gundê Sîngan a ser bi Şinoyê jî, bi nivîsîna diruşman û belavkirina wêne û tiraktan piştevaniya xwe ji Hizba Demokrat nîşan dan.
Di doma kar û çalakiyên teblîxî ên têkoşerên demokrat de, li bajarê Pîranşar li felekeya Mihemed Hewraz çalakiya teblîxî bi rê ve birin.