Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan peymanê digel şehîdan nû dike

17:54 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Xelkê têkoşer yê Kurdistanê, tevî şandina peyamên hevxemiyê, digel rêbaza şehîdên Kurdistanê peymana emegnasiyê nû dikin.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, di bajarên cur bi cur yên Kurdistanê de, bi şandina peyaman, soz û qewlên xwe digel şehîdên Kurdistanê nû kirine, ku rêbaza şehîdan didomînin, û heta bidestveanîna armancên şehîdên Kurdistanê, dest ji xebatê hilnagirin.

Xebatkarên Demokrat li gundê “Hersîn” a girêdayî bajarê Merîwanê, û li “Kesnezan a Serşîw” a girêdayî Seqizê, li gundê “Nê” a Demokratperwer û gundê “Ewîheng” a girêdayî Jawero a ser bi Merîwanê, hevxemiya xwe digel xelkê Kurdistan û Hizba Demokrat nîşan dan, û peymana emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Merîwan

Endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Hersîn” a girêdayî bajarê Merîwanê sersaxî gotne malbatên şehîdan û malbata mezin a PDKÎ, û soz û qewl dan ku riya wan didomînin.

Riha wan şad û riya wan berdewam be

Seqiz

Silav û rêz

Em “ciwanên gundê Kesnezan a girêdayî Serşîw a bajarê Seqizê”, bi bihîstina nûçeya  dilgiran ya şehîdbûna wan du pêşmergeyên qehreman  em gellek nerehet bûn, her bi vê boneyê jî, em sersaxiyê dibêjne malbata mezin ya PDKÎ, û hemû kadr û pêşmerge, alîgirên PDKÎ û bitaybet malbatên serbilind yên wan du şehîdên nû yên xwe.Riha wan şad, û riya wan dom hebe.

Di dawiyê de jî peymanê nû dikin, ku heta bidestveanîna armancên pîroz yên şehîdên Kurdistanê em kol nedin, û têbikoşin.

Gundê Nê

Mixabin me nûçeyeke gellek nexweş bihîst

Du hevalên xebatkar, du pêşmergeyên “Hêza qehreman ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, “kek Rehîm” û “kek Îdrîs” tevlî karwana şehîdên riya rizgariya Kurdistanê bûn.

Em xelkê gundê “Nê”, sersaxiyê dibêjne malbatên serbilind û hemû endam û alîgirên Demokrat û pêşmergên Kurdistanê, û heta serkevtina armancên wan, riya wan winda nakin.

Hezar silav li riha pak ya şehîd “Îdrîs” û şehîd “Rehîm” û hemû şehîdên hizb û gelê me.

Sond bi xwîn

Sond bi “Ellah”

Sond bi Ala

Sond bi axa nîştiman

Sond bi xwîna şhîdên me

Sond bi ah û nalîna bavê xwe

 Sond bi rondik û cergê şevitî yê dayîkên xwe

 Sond bi Qazî û Qasimlo û Şerefkendî

Em dest hilnagirin ji xebat û demokrasiyê

Devera Jawaro a Merîwanê

Serbikeve xebata xwedîşeref ya neteweya Kurd ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê

Em weke pêşmergên bajar ku tevlî pêşmergên çiya bûne, ji devera Jawero a Demokrat li gundê “Ewîheng” a Demokrat û Demokratperwer ve, bi boneya şehîdên nû yên Rasanê û hemû şehîdên hizba xwe sersaxiyê dibêjne endam û pêşmergên qehreman yên hizbê û herwisa malbatên wan du şehîdan.

Herwisa ji vir ve, peymanê nû dikin.

Sond bi qurana pîroz û sond bi axa pak ya nîştiman û sond bi xwîna şehîdan, heta dawîn dilopa xwîna xwe, em emegdarê vê rêbazê dimînin û dest ji xebat û têkoşîna li dijî dagîrkariya komara îdamê hilnagirin.

 Silav li Kurdistan

 Silav li Demokrat