Kurdistanmedia: Endamên Hizba Demokrat li bajarê Sine, bi hilkefta 17`ê Xermanan, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Tekoşerên Demokrat li bajarê Sine, li salvegera cinayetên mûşekbarankirina binkeyên Hizba Demokrat ji aliyê rejîma îranê ve, ku bû sedema şehîdbûna 2 pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.
Endamên Hizba Demokrat bi belavkirina tirakt û wêneyên Şehîd “Farûq Hesen Xeyat û Muxtar Qadirpûr” yad û navên wan bilind nirxandin, û peymana emegnasiyê digel rêbaza şehîdan nûkirin.