Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehiyê canê 10 kesan girt

13:04 - 27 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Di bajarên Îran û Kurdistanê de, bi sedema barîna barana bihêz  10 hevwelatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gora nûçeyên belavbûyî, 8 hevwelatiyan di Îran û Kurdistanê de bi sedema barîna barana bihêz jiyana xwe ji dest dan, û herwisa du hevwelatiyên din jî bêserşûn in.

Parêzgehên weke “Azerbaycana Rojhilat”, “Urmiye”, “Erdebîl”, “Elborz”, “Tehran”, “Çarmehala Bextiyarî”, “Zencan”, “Qezwîn”, “Qum”, “Kurdistan”, “Gîlan” û “Hemedan”  ji wan parêzgehan in ku bi sedema  barîna baran bihêz di wan cihan de lehî çê bûye.

 Di bajarên Pîranşar û Bîcarê de jî, bi sedema hatine lehiyê, du hevwelatiyan canê xwe ji dest dan.

Di devera “Peswê” a girêdayî bajarê Pîranşarê de,  zarokek dumehî canê xwe ji dest daye, û herwisa zilameke temen 42 salî yê xelkê gundê “Seyîd Husêynî” a girêdayî bajarê Bîcarê jî bû goriyê bûyera xwazayî a lehiyê.