Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê giştî ê PDKÎ bi vexwandineke fermî gihîşte Waşingtonê

12:29 - 11 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Li ser daxwaza dewleta Waşingtonê, lêpirsyarê giştî ê PDKÎ gihîşte Amerîkayê, û biryare ku komeke hevdîtinan digel berpirsyarên siyasî ên wî welatî hebe.

Roja Yekşemiyê 10.06.2018 (20.03.1397)`an birêz Mistfa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ ku bo seferekî dîplomatîk serdana Amerîkayê kir, li balafirgeha Waşington DC ji aliyê beşek ji endamên PDKÎ ve li Amerîkayê hate pêşwazîkirin.

Areş Salih nûnerê PDKÎ li Amerîkayê di têkiliyeke telefonî de, digel malpera “Kurdistanmedia”yê tevî piştrastkirina vê nûçeyê ragehand: Birêz Mistefa Hicrî li ser daxwaz û vexwandina fermî ya dewleta Amerîkayê ew sefer encam daye, û biryar e tê de tevî hevdîtina digel berpirsên hikûmeta vî welatî çend hevdîtinan jî digel nûnerên kongireyê û senatorên Amerîkayê encam bide.

Navbirî got jî, beşek ji sefera navbirî pêk tê ji hevdîtina digel tînktankên Amerîkayê û medya û dezgehên ragehandinê ên vî welatî, da ku derheq doza Kurd bi giştî û Kurd li Rojhilata Kurdistanê baxivin.

Li gora gotina navbirî beşeke  din ji sefera birêz Hicrî pêk hatiye ji beşdarîkirin di çendîn civînên siyasî de, ku bo navbirî têne rêkxistin.