Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Firansayê li dijî êrîşa terorîstî ya rejîma Îranê meşek bi rê ve çû

10:26 - 16 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Li Firansayê bidarvekirina lawên kurd û mûşekbarana binke û baregehên Hizba Demokrat ji aliyê rejîma Îranê ve hate mehkûmkirin.

Roja Înê 23`ê Xermananê bi armanca eşkerekirina nerazîbûnê û mehkûmkirina kiryarên rejîma terorîst a Tehranê û êrîşa li ser binkeyên Hizba Demokrat li Koyê û bidarvekirina lawên bêtawan, bi destpêşxeriya Komeleya Rûnişiyên Firansayê, bi beşdariya hejmareke berçav ji endam û alîgirên Hizba Demokrat û Komeleyê bi nûnertiya Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê, herweha komek ji Kurdên akinciyê welatê Firansayê û çend kesayetiyên siyasî ên Îranî, bi alaya pîroz ya Kurdistanê,  û herweha wêneyê şehîdan li pêşberî balyozxaneya rejîma Kurdkuj a Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Parîsê civînek pêk hat.

Destpêka meşê, Ezîz Mamlê ji aliyê Encumena Kurdên akinciyê Firansayê, bi gotarekê civîn dest pê kir.

Piştre peyama Hizba Demokrat a Kurdistanê  komîteya Firansayê ji aliyê Mistefa Me`irûfî ve hate xwendin, ku detspêkê bas ji hejmara şehîd û birîndarên karesata 17`ê Xermananê kir, û pêdagirî li ser vê kir ku dibe wekî karesateke dijîmirovî bê nasandin, û welatên berevankar ji mafê mirovan jê bêne agadarkirin.

Piştre Perwîz Cebarî ji aliyê komîteya PDKÎ ve li Firansayê gotarek pêşkêş kir.

Kak Hemîd Emînî peyama komîteya Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Firansayê pêşkêşî beşdaran kir.

Piştre gotara Şêvra Hevxebatiya bo mafê mirovan di Îranê de ji aliyê Feramer ve hate xwendin, û di dawiyê de jî, Tahir Erdelan bi nûnertiya ji aliyê Komeleya Kurdên akinciyê Firansayê ve biryarnameya vê komeleyê pêşkêş kir.

Di doma vê meşê de çend peyam û gotarên din ji aliyê nûnerên çend aliyên siyasî di nava beşdaran de hate belavkirin, ku her yek ji wan hilgirê mehkûmkirina êrîşa li ser binkeyên Hizba Demokrat li Koyê û bidarvekirina ciwanên Kurd bûn.

 Hizb û aliyên beşdarbûyî ew bûn:

-PDKÎ

-Hizba Demokrat a Kurdistanê

-Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistanê

-Şêvra Hevxebatiya digel Tevgera Kedkarî

-Îtihada Fedayiyên Xelk

-Komarîxwazên Laîk û Demokrat

-Komela girtiyên siyasî û eqîdetî ên Îranê

-Şêvra hevxebatiya bo mafê mirovan li Îranê

-Sekretariyeta Şêvra Millî ya Muqawimeta Îranê