Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Ormiyê xesareke zêde li pey barove û babelîskê çê bû

11:39 - 22 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Di rojên derbasbûyî de di encama barove û babelîskê de li navçeyên Ormiyê gelek dar rastî şikestin û ziyanê hatin. Herwisa pareke zêde ji berhema cotkaran jî, ji nav çû. Ev jî di demekê de ye ku heya niha ti saziyeke dewletê behsa rêjeya ziyanên welatiyan nekiriye.

Beriya babelîskê, saziya keşnasiyê a rejîmê pêşbîniya çêbûna babelîsk û baroveyê li Ormiyê nekiribû. Eger ew pêşbînî bihata kirin, cotkatan dikarîbûn beşeke zêde ji berhema xwe rakin yan jî rêkarên ji bo parastina berhema îsal bi kar bînin da ku rêjeya xesarê heya astekê kêm bibe.

Di rojên derbasbûyî de tenê li navçeyên Ormiye, Neqede û Şinoyê, lezatiya ba gihabû zêdetirî 60 kîlometran di demjimêrekê de.

Sala 2018 û 2017an jî babelîsk û baroveyê li Ormiyê cotkatr rastî ziyaneke zêde anîbûn lê belê ne saziya bîme û ne jî saziya çandiniyê berpirsyaretî nedane ser xwe û di encamê de ti yek ji cotkaran nehatin qerebûkirin.