Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lihevhatineke kareseetbar di Îranê de rûda

12:04 - 18 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê rêkevtineke karesatbar digel welatê Çîn wajo kir, rejîmê di vê rêketê de nefta xwe bi nirxa %30 erzantir difiroşe welatê Çînê.

Pêka nûçyên belavbûyî, roja Sêşemî 26`ê Xermanan, Firyar Mostofî endama Odeya Bazirganî ya Tehranê daye zanîn ku, tê gotin ku welatê Çîn rêketinekeke 400 milyard dolarî digel Îranê wajo kiriye, û di vê rêketinê de Îran nefta xwe bi nirxa %30 erzantir ji bararê difiroşe, eve jî karesatike mezine.

Pêka malpera Petroliyûm Êkonomîst ku li gorî çavkaniyeke nêzîk bi Wezareta Nefta Îranê ku nexwastiye navê wî bê zanîn ragihandiye: Pêka rêketina du welatê çîn û Îranê ku di sala 2016`an de hatibû wajo kirin, Çîn dikare heya 25 salan, nêzî 400 milyard dolarî di Îranê de sermayeguzarî bike.

Eve jî di halekê de ye ku, êdî welatê Çîn bi wî awayî dikare çavkaniya Îranê çend hember erzan bikire.

Pêka malpera “Petroliyûm Êkonomîst”, di wê rêketinê de hatiye ku welatê Çîn jibo parastina çavkaniyên xwe di Îranê de, nêzî 5 hezar leşkeriyê di Îranê de bicih dike.

Rejîma Îranê bi wî awayî dahata hevwelatiyê xwe bi awayekî çend hember erzan difiroşe welatên din, û ji aliyek din ve jî berpirsên rejîm gendeliya dikin û dawiyê jî bi pareyeke zêde ve ber bi derveyê welat direvin.