Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Maike Pompeo”: Emê Li ser dijayetîkirina rejîma Îranê berdewam bin

17:32 - 2 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Derve yê Amerîkayê soz da, ku vekêşiyana hêzên welatê wî ji Sûriyê bi çi awayekî bandorê li ser alîkariya di navbera Amerîka û Îsraîlê de nadanê, û ew kare bi wateya wê nine ku emê dest ji jinavbirina DA`ÎŞ û dijayetîkirina rejîma Îranê hilgirin.

“Pompeo” di yekem komênta xwe de derheq biryara Donald Tiramp derheq vekişiyana hêzên wê ji Sûriyê ragehand: “Vekişiyana hêzên me ji Sûriyê, çi ji alîkariya di navbera Waşington û Tilavivê kêm nake.”

Navbirî ragehand jî: Serbarê biryara vekişiyana hêzên Amerîka ji Sûriyê, hewce ye li ser girîngîdan bi êrîşên xwe li dijî DA`ÎŞ`ê û dijayetîkirina rejîma Îranê berdewam bin.

“Maike Pompeo” di qisên xwe de bas ji wê kir, ku “mîkanîzmên çavaniya bihêzkirina alîkariya îtila`atî û piroseya serbazî ya me di Sûriyê de, û di cihên din de emê gengeşe bikin, ji bilî wê, armanca herî sereke ya vê hevdîtina me, gengeşekirina çavaniya rêgirtin ji zêdexwaziya dujminkarane ya rejîma Îranê di Rojhilata navîn de ye”.

Roja Çarşemiyê 5-ê Befranbarê, serokê Amerîkayê, serdana hêzên serbazî yên welatê Îraqê kir, û di gotubêjekê de ragehand: Ji niha pêde bi armanca pêşîgirtin ji yaxîbûna DA`ÎŞ`ê û Spaha Pasdaran û piştgirî ji berjewendiyên Amerîkayê, hêzên me wê di Îraqê de bimînin, heta rê ji dûbare çêbûna DA`ÎŞ`ê bigirin û rejîma Îranê li jêr çavedêriya me de be.

Piştî ragehandina biryara vekişiyana hêzên Amerîkayê ji aliyê Tiramp ve, gotûbêj û şirove cuda ne, û berpirsên Amerîkayê bas ji wê dikin, ku pêşbînî tê kirin Tiramp di vekişiyana hêzên Amerîkayê di Sûriyê de lezê neke û nermiyê nişan bide.